Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ked û jiyana pirovan pir erzan e. Ji ber karker nebûn yek û xwe bi rêxistin nekirin ji hemû mafê xwe bêpar man û bûn qurbana kar. Di 11 mehan de  1606 karker bûn qurbana kar. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan duqat tê binpêkirin. 

Li Tirkiye her ku diçe ked erzan dibe. Qîmeta ketê tune be qîmeta jiyana mirov jî tune. Her ku diçe saetên kar zêde dibin, heqê kedê kêm dibe. Mirov wekî koleyan kar dikin. Hemû kesên patron û serdest li ser ked û xwîdana wî xwe mezin dikin û didin jiyandin. Wekî nexweşiya vîrûsê. Çawa ku vîrus di laşê mirov û zindîweran de hebûna xwe îspat dike, serdest, patron û sermayedar jî hebûna xwe li ser ked û xwîdana mirovan, li ser koledariyê îspat dike û xwe mezin dike. Xwe bi hêz dike. Encama vê yekê jî her meh bi sedan mirov di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. 
 
Li gorî dane û raporên sendîka û meclîsên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha Mijdarê de 126 karker bûn qurbana kar. Di 11 mehên sala 2019'an de 1606 karker bûn qurbana kar. Bi sedan karkerên li dervê qeydan jiyana xwe ji dest dan û neketin raporan jî hene.  Di sala 2019'an de di nava 1606 karkeran de 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan du qat tê binpêkirin. Hem keda wan tê xwarin hem jî mafê wan ê zaroktî û penaberiyê tên binpêkirin. Tenê ev hêjmar nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê keda mirov çiqas erzan e. Jiyana mirov û nirxên mirov çiqas erzan e. 
 
DI DEMA AKP'Ê DE 4 HEZAR Û 481 KESAN XWE KIRIN QURBAN 
 
Dîsa ji ber keda erzan û krîza aborî rêjeya întîharê jî zêde bû. Li gori daneyên ÎSÎG'ê Di sala 2013'an de herî kêm 15 karkeran, di sala 2014'an de herî kêm 25, di sala 2015'an de herî kêm 59, di sala 2016'an de herî kêm 90, di sala 2017'an de herî kêm 89, di sala 2018'an de herî kêm 73 karkeran li cihê kar û derve întîhar kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Di 6 salên dawî yên dema AKP'ê de herî kêm 351 karkeran ji ber şertên giran ên koletiyê dawî li jiyanaxwe anîn. Di serdema AKP’ê ya navbera salên 2002 û 2018'an herî kêm 4481 kesan dawî li jiyana xwe anîn. 
 
28 WELATÊN EWROPA LI ALIYEKÎ TIRKIYE TENÊ LI ALIYEKΠ
 
Li 28 welatên Ewropa di sala 2009'an de bi giştî 3 hezar û 825 karker bûn qurbana qezayên kar. Di sala 2016'an de jî bi giştî li 28 welatên ewropa 3 Hezar û 182 karker bûn qûrbana kar. Li gorî 2015'an jî di nava Yekîtiya Ewropa ku 28 endamên wê hene de herî zêde li Almanya karker bûn qurbana kar. Di sala 2015'an de 844 hezar û 541 qezayên kar pêk hatin û 450 karkeran jiyanaxwe ji dest dan. Li welatê herî xizan ê Ewropa li Romanyayê di sala 2015'an de bi giştî 3 hezar û 913 qezayên kar rûdan. Di nava ew qas qeza de 281 karkeran jiyana xwe ji dest da Dîsa li tevahiya welatê Ewropa bi giştî 3 hezar û 710 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2016'an de li Fransa 528 karker, li Îtalyayê 417, li Almanyayê 384, li Îspanyayê 271, li Romanyayê 229, li Îngîlîstanê 222, li Polonyayê 198, li Portekîzê 130 û li Avusturyayê 100 kerkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî di sala 2016'an de 3 Hezar û 182 karker mirin. 
 
Ev daneyên 2 salên li Ewropa nîşa dide ku li tevahiya 28 welatên Ewropa qeza zêde ye û mirin kêm e. Lê li Tirkiye hem qeza zêde ye û hem mirina karkeran zêde ye. Hêjmara mirina karkeran nîşan dide ku 28 welatên ewropa li aliyekî Tirkiye tenê li aliyekî ye. Li Tirkiye qîmeta kedê û mirovan bêtir erzan û belaş e. 
 
 
MA - Mehmet Alî Ertaş