Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin

img

WAN - Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin. 

Di demên dawî de gelê Wanê berê xwe didin dikanên kelepûrkiran ên li Taxa Alîpaşa a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Kesên nû dizewicin, kesên betal, xwendekar û heta karmaned jî ku ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên ji bo malê bikirin, berê xwe didin dikanên kelepûrkiran. Kesên nû dizecin, xwendekar, betal û karmand ji van dikanan mobîlya, kinc, amûrên spî, pêlav û tiştên din dikirin. 
 
Nûsret Çoşkûn ku 10 sal in kelepûran dikire û difiroşe, anî ziman ku ji ber krîza aborî mirov mecbûr mane amûrên kelepûrî bikirin. Coşkûn, anî ziman ku nexasim jî kesên nû dizewicin tên cem wan û got: "Tên cihêzên xwe ji ba me dikirin. Êdî nikarin tiştên sifir bikirin. Niha taximê qoltixan ê sifir herî kêm 3-4 hezar TL ye. Taximê odeya razanê 10 hezar TL ye. Gava tu amûrên spî jî têxî ser perekî zêde dike. Ji ber vê kesên nû dizewicin tên cem me. Her wiha karmend, xwendekar jî tên. Hin kes hene nikarin kelepûran jî bikirin." 
 
JI BER KRÎZÊ AMÛRÊN XWE DIFIROŞIN 
 
Çoşkûn, da zanîn ku ji ber krîza aborî gelek kes amûrên xwe difiroşin û got: "Hin kes hene ji ber nikarin debara xwe bikin amûrên xw eyên spî, ji ber nikarin heqê kirêya xwe bidin taximên xwe yên razanê difiroşin. Sektora înşeatê nemaye, berê bazirganiya sînor hebû ew jî nemaye. Berê mirovan kêm zêde debara xwe dikir. Lê niha nikarin". 
 
ELEQEYA JI BO AMÛRÊN SIFIR KÊM BÛYE
 
Çoşkûn, anî ziman ku êdî kes nikare amûrên sifir bikire û got: "Kesên nikaribûn tiştên sifir bikirin dihatin cem me. Lê niha ên rewşa wan hinekî baş jî tên cem me û kelepûran dikirin. Berê hin kesan du salan carekê qoltixên xwe diguherandin. Me jî ew dikirîn. Lê niha mirov nikarin amûrên xwe biguherînin. Çi qas krîz hebe ew qas jî betalî û mexdûriyet heye. Ev yek tesîrê li me jî dike". 
 
'HIN KES HENE NIKARIN AMÛRÊN KELEPÛR JÎ BIKIRIN' 
 
Esnaf Havzûllah Keleş jî pêlavan difiroşe. Keleş, got: "Ez pêlavên îadeyî fabrîkayan tên kirin û pêlavên kevn tamîr dikim û difiroşim. Kesên rewşa wan î aborî nebaş e tên cem me. Kar tuneye. Mirov nikarin pêlavên sifir bikirin. Niha pêlav herî kêm bi 300 lîreyî ne. Lê li cem me fiyetê pêlavên kelepûr 50 lîre ye. Bifikir hin kes hene bazara vî fiyetî jî dikin, îja wê çawa pêlavên sifir bikirin. Îsal rewşa sewalvaniyê jî nebaş bû. Malbateke bûçûk jî mesrefên wê herî kêm 2 hezar û nîv e". 
 
Aydin Mercan jî kincên kelepûr difiroşe. Mercan jî bal kişand ser krîza aborî û got, êdî karmend jî tên cem wan. Mercan got: "Ji ber krîza aborî dev ji kincên sifir berde mirov êdî nikarin amûrên kelepûr jî bikirin".