Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene

img
AMED – Hevseroka  Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, di mîtînga Amedê de axivî û rexneyên tûj li AKP'ê kirin. Gezen, îQtîdara AKP'ê wekî faşîst û paşverû pênase kir û got: “Li aliyekî yên ji ber xizaniyê nikarin nan bibin mal û întîhar dikin hene, li aliyê din yên 50 hezar lîra didin xwarinekê heye." 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li Qada Îstasyonê bi hişyariya "Ji bo jiyanek mirovane û aştiya civakî, em demokrasiyê ava bikin" mîtîng li dar xist. Mîtînga li Qada Îstasyonê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ve hat amadekirin. Girse piştî nokteyên lêgerînê derbasî qadê bûn. Kedkaran li qada mîtîngê daxwazên xwe bi pankartên kurdî û tirkî anîn ziman. Girseya ku derbasî qadê bû û xwest pankartên li ser "Bi tayînkirina qeyûman, îxracan û dûrxistinê nikarin me bêdeng bikin", “Li dijî şer aştî", “Em butçeya gel pêşkêşî şer nakin" derbasî qadê bikin, polîsan pankartên "Şer" li ser hatibû nivîsandin desteser kirin û destûr nedan ku van pankartan têxîn qadê. Girsê li qada mîtîngê pankarta "Em ê dawî li serweriya rêbiran bînin”, "Zimanê me rûmeta me ye”, “Qerarname nikarin rûmet û vîna me xesp bikin” vekirin. Nûnerên rêxistinên sendîkayan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana kedkaran” meşiyan û ji aliyên cuda ve ketin qada mîtîngê. Ji 14 bajarên herêmê kedkar hatin tev li mitîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de ewil Serokê Şaxa 1'emîn a Egîtim Sen'ê Abas Şahîn axivî û wiha got: "Li vî welatî yên li dijî polîtîkayên bişaftinê û mêtîngeriyê radiwestin wekî "Xayinê welat" tên tawanbarkirin. Lê xayinên welat ew in. Ji ber ku li vî welatî bawerî û çanda mirovan hat xedexekirin. Xizanî û dizanî pêş xistin. Li ser navê demorasî û hiqûqê tu tişt nema." 
 
'DEWLET ZILMA LI KURD DIKE JI BO XWE HEQ DIBÎNE'
 
Endamê Lijneya Koordînasyona Bajar ê Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatun jî rexne li dewletê kir û got: "Dewlet vê zilma li Kurdan tê kirin rewa dibîne û ji bo xwe jî wekî heq dibîne. Li welat Qrîza aborî heye. Ji ber Qrîza aborî mirov întîhar dikin. Divê butçeya heyî ne ji bo şer, ji bo tenduristiya gel bê xerçkirin." 
 
GEZEN: LI VÎ WELATÎ YÊN LI DIJÎ REJÎMA YEK ZILAMÎ DERDIKEVIN HENE'
 
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen axivî û rexneyên tûj li ÎQtîdara AKP'ê kir. Gezen AKP bi gotina “faşist û paşverû" pênase kir û wiha axivî: "AKP li derve bi polîtikayên Osmaniyê tev digere. Li hundir jî bi polîtîkayên tundî û zextan tev digere. Bi vê yekê emrê xwe dirêj dike. Li aliyekî yên ji ber xizaniyê nikarin nan bibin mal û întîhar dikin hene, li aliyê din yên 50 hezar lîra didin xwarinekê heye. Li vî welatî yên li dijî vê rejîma yek zilamî ya xezp talankirin û qeyûmê derdikevin hene. Li vî welatî kedkarên li ber xwe didin hene. Silav ji hemûyan re." 
 
Mîtîng piştî axaftinan bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bû.