Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin

img
STENBOL - Nûnerên sendîkayan beriya civîna dawî ya Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya karkeran û hevkariya sendîkayan karibin daxwaza xwe pêk bînin. 
 
Di civîna 17'ê Kanûnê Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm de Turk-Îş û HAK-ÎŞ'ê ji bo meaşê kêm di 2 hezar û 578 lîreyî de li hev kiribûn. Lê belê DÎSK jî israr dike ku divê meaşê kêm 3 hezar û 200 lîre be. Wê civîna dawî ya komîsyonê di hefteya dawî ya meha Kanûnê de pêk bê. Beriya civîna dawî nûnerên sendîkayan daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman. 
 
Serokê Lîman Îş'ê yê Herêma Stenbolê Sînan Cevîz, anî ziman ku ew dixwazin meaşê kêm tiştekî wisa be ku karker karibin di şert û mercine mirovî de bijîn û got: "Di vî warî de sê konfederasyona li dor vîneke hevpar kom bûn. Em jî li Stenbolê tevî sendîkayên girêdayî hin konfederasyonan li cem hev in. Em dixwazin meaşê kêm ne daxilî bacê me û meaşekî insanî be. Em baş dizanin gava karker nerazîbûna xwe nîşan bidin wê ev daxwaz pêk bê". 
 
‘WEKÎ DIN TU ÇARE TUNEYE' 
 
Cevîz, diyar kir ku ligel vê daxwazên karkerên lîmanê yên ji bo ewlehiya kar jî hene û got: "Şert û mercên li lîmanan giran in, nexweşînên pîşeyî li karkeran peyda dibin, qezayên karî dibin. Em li kuderê birêxistin bin em ê li wir daxwazên xwe yên ji bo meaşê kêm bînin ziman. Em di daxuyaniyên xwe hemûyan de dibêjin, 'heger çîna karkeran bibe yek wê ev daxwaz pêk bên'. Heger meaşeke derî daxwazên me bê diyarkirin ji xeynî têkoşînê tu çare namîne". 
 
‘EV NE KARÊ TEMIYÊ YE' 
 
Serokê Şaxa TUMTÎS ê Gebzeyê Alî Riza Atîk jî anî ziman ku hevdîtinên ji bo meaşê kêm ji bo karkeran pir girîng e û got: "Gava dewlet meaşê kêm diyar dike pêdiviyên malbateke 4 kesî esas nagire û meaşê diyar dike jî wekî meaşê malbateke 4 kesî be. Halbûkî meaşê kêm pêdiviyên kesekî tenê jî pêk nayne. Loma divê meaşê kêmtirîn li gor jiyaneke mirovane bê diyarkirin. Lê belê ev bi diyarkirina hikûmetê an jî kardêran pêk nayê. Ev bi têkoşîna karkeran pêkan e. Yanî ev bi temiya pêk nayê". 
 
‘KOMÎSYON ŞANO YE' 
 
Atîk, destnîşan kir ku di komîsyonê de hejmara hêla karkeran kêm e û got: "Di komîsyonê de heta niha daxwazek karkeran jî pêk nehatiye. Lê îro sê konfederasyon hatin cem hev du. Lê miqdarê ku diyar kirine ne bes e. Çimkî enflasyona heyî, bihatiya jiyanê li dor ji sedî 40-50 ye, loma kêm e. Sînorê xizaniyê 6 hezar û nîv e. Sînorê birçîbûnê 2 hezar û 500 lîre ye. Loma komîsyona tespîtkirina meaşê kêm ji şanoyekê ne wirdetir e. Divê Turk-Îş ne di nav vê komîsyonê de be." 
 
Atîk, destnîşan kir ku divê karker bi awayekî rêxistnbûyî tev bigerin. 
 
Nûnerê DERÎTEKS ê Stenbolê Veysel Arslan jî anî ziman ku heta niha tu meaşeke kêm jî ne li gor pêdiviyên karkeran bûye û got: "Em bi xwe şahidê kesên li fabrîkayan dixebitin, ne mimkun e mirov bi vî meaşê ji bo pêşerojê plansaziyekê bike. Loma divê meaşê kêmtirîn li gor standardên ku malbateke 4 kesî karibe debara xwe bike bê diyarkirin. 3 konfederasyona hatine cem hev du û dibêjin bira meaşê kêm 2 hezar û 558 lîre be. dibe ev têra pêdiviyên sereke bike. Lê em doza meaşeke ku malbateke 4 kesî karibe pê debara xwe bike û ji bo pêşeroja zarokan xw ehin tiştan bike dikin". 
 
Arslan, destnîşan kir ku ew ê di daxwazên xwe yên ji bo meaşê kêm de israr bikin. 
 
MA / Tolga Guney