Ji bo mîtînga 'Em jî dixwazin bi awayekî mirovane bijîn' gazî kirin

img

EDENE - Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga "Em dixwazin bia wayekî mirovane bijîn" gazî her kesî kirin. 

Wê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê li Qada Tewfîk Sirri Gur bi dirûşmeya "Em dixwazin bi awayekî mirovane bijîn" mîtîngekê li dar bixe. Kedkaran ji bo mîtîngê gazî her kesî kir. 
 
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrsînê Yilmaz Bozkûrt, diyar kir ku di 21'ê Kanûnê saet di 14.00'an de ew ê li Qada Cûmhûriyetê bên cem hev du û heta qada mîtîngê bimeşin û got: "Em bang kesên li hemberî zeman, xizanî, nelirêtiyê ne dikin. Kesên dixwazin bi awayekî demokratîk, laîk, azadîxwaz, wekhev û bi hev re bijîn, bila bên mîtîngê em bi hev re daxwazên xwe bînin ziman". 
 
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Edeneyê Mûzaffer Yuksel jî got: "Em dixwazin meaşê kêm bibe meaşekî ku mirov karibin pê debara xwe bikin. Em jî destekê didin teklîfa DÎSK'ê ku dixwaze meaşê kêm bibe 3 hezar û 200 lîre." Yuksel, bang li kedkaran hemûyan kir û got: "Kesên rewşa aborî ya heyî qebûl nakin, kesên dibêjin meaşê me kêm e, kesên dibêjin em nikarin biçin bazarê alvêrê bikin, kesên di bin bacan de nikarin rabin em gazî hemûyan dikin ku tev li mîtînga me bibin".