'Bila heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin'

img

STENBOL – Cîgirê Serokê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrimci) Murat Pircan Yaratan, anî ziman ku diyarkirina heqê herî kêm, peymana tomarî ya hikûmet û civakê ye. Hevserokê Malên Gel (Halkevlerî) Nurî Gunay jî anî ziman ku heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin. 

 
Komîsyona tespîta heqê herî kêm (Asgarî) ji bo diyarkirina buhayê heqê herî kêm ê sala 2020'an di navbera 2 û 10'ê kanûnê de du caran kom bû. Di komîsyone de Wezareta Xezmetên Civakî, Xebat û Malbatê nûnertiya hikûmetê dike. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş)'ê nûnertiya karkeran û Konfedarsyona Karsatên Tirkiyeyê (TÎSK) jî nûnertiya karsazan dike. Di civîna ewil a sala 2020'an de li ser heqê herî kêm buhayekî zelal nehat diyarkirin. Turk-Îş'ê xwest sînorê xizaniyê wekî 2 hezar û 578 TL bê diyarkirin û kêmî vî buhayî niqaş pêş bikevin dê xwe vekişînin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî xwest heqê herî kêm wekî 3 hezar û 200 TL bê diyarkirin. Nûnerên partiyên siyasî jî xwestin heqê herî kêm yê sala 2020'an bi qasî têra jiyana mirovî bike be. 
 
YARATAN: BI MILYONAN MIROV KÊMÎ HEQÊ KÊM DISTÎNIN
 
Cîgirê Serokê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrimci) Murat Pircan Yaratan, anî ziman ku krîza aborî bandorek pir mezin li ser buhayê heqê herî kêm yê sala 2020'an, dike û wiha got: "Diyarkirina pêvajoya heqê herî kêm, pêvajoya ku hikûmet bi civakê re peymana Tomarî diyar dike ye. Li Tirkiyeyê heqê herî kêm, bûye heqekî navberê û wiha got: "Bi molyonan mirov kêmî heqê herî kêm kar dikin. Ji ber krîza aborî rê li pêş krîzên nû vedike. Rê li pêş betaliyek mezin vedike. Karsaz vê yekê ji bo xwe dikin firsend û karkeran bi heqê herî kêm didin xebitandin. 
 
‘JI BO KARÊ WEKHEV, HEQÊ WEK HEV' 
 
Yaratan, xwest Komîsyona Tespîta Buhayê Heqê kêm bê betalkirin û hêjmara nûnertiya karkeran bê zêdekirin. Yaratan xwest nûnertiya jinan jî bê avakirin û wiha got: "Divê hemû hevdîtin ji raya giştî re vekirî bê kirin. Ger ku li hev nekin jî divê mafê karkerên sendîkayî û nesendikayî yê “grevê" hebe. Divê ji bo karê wekhev, heqê wekhev" bê dayîn. 
 
GUNAY: DIVÊ HEQÊ HERÎ KÊM LI GORÎ ZEMMAN BÊ DIYARKIRIN
 
Hevserokê Malên Gel (Halkevlerî) Nurî Gunay jî anî ziman ku heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin. Gunay, anî ziman ku DÎSK'ê ev raqam wekî 3 hezar û 200 tl aşkere  kir û wiha got: "Ev yek daxwaza me ye jî. Bi krîza aborî re her qada jiyanê zem dibe. Ji ber vê yekê divê heqê herî kêm li gorî zemman xwe nûjen bike. Divê heqê bacê ji ser milê me bar nekin. Divê baca ceyran, av, xaza xwezayî kêm bikin. Divê heta rêjeyekê bê heq bidin karker û kedkaran. 
 
 
MA / Tolga Güney