Gotin ‘Em baretliyên azad in' û platform ava kirin

img
ENQERE - Platforma Plankarên Bajar a Endezyar û Mîmarên Azadîparêz, bi şîara “Rêxstinbûn û Piştevaniyê ku xweşik dike û dide jiyandin" li Odeya Endezyarên Elektrikê ya Enqereyê, civîna çapemeniyê li dar xistin ^Fu avakirina xwe îlan kirin. 
 
Platforma Plankarên Bajar a Endezyar û Mîmarên Azadîparêz, bi şîara “Rêxstinbûn û Piştevaniyê ku xweşik dike û dide jiyandin" li Odeya Endezyarên Elektrikê ya Enqereyê avakirina xwe îlan kir. Gelek mîmar, endezyar ên welatparêz, şoreşger, demokrat, bi boneya mirov li ser mirovan serdestiyê ava neke û dîsa mirov li ser xwezayê serdestiyê ava neke û bi armanca li dijî pergala kapîtalîst a civakê dixe nava krîza aborî, civakî û şer têbikoşe, Platform ava kirin. Nûnerên Platformê li Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) ya girêdayî (TMMOB) ya Enqereyê daxuyanî dan û platforma xwe îlan kirin. 
 
Li ser navê Platformê Yekbun Sevdali daxuyanî xwend. Sevdalî, diyar kir ku ji bo têkoşîna xwe mezin bikin û têkoşînê bi civakê re bikin yek perçe li hev kom bûne û wiha got: "Em wekî Plankarên Bajar û Endezyarên Azadparêz, ji bo em di qada pîşeyî û hem jî di qada civakî de civakê ji krîza aborî, civakî û derûnî rizgar bikin, em bawer dikin ku çareserî xeta siyaseta demokratîk ekolojîk, ekolojîk û azadiya jinê de veşatî ye."