Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, di konferansa Dîroka Kedê de axivî û got: "Tevgera çîna karkeran di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Di pêvajoyek wisa de divê mirov dîrokê zanibe û bi zanebûna dîrokê li pêşerojê binere. Ev ji her demê bêtir girîngtir e." 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Vakfa Lêkolînên Dîraka Civakî ya Tirkiyeyê (TUSTAV) û Vakfa Dîrokê bi hevre 4'emîn konferensa Dîroka Kedê li dar xistin. Konferans bi sernavê  “Di Dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de ked, civak û siyaset: 1980-2002”  li Vakfa Dîrokê ya Fatîhê hat li darxistin. Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Nûnerên TUSTAV, û Vakfa Dîrokê û nûnerên rêxistinên civakî di konferansê de amade bûn. Axaftina vekirinê ya Konferansê Serokê Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu kir û wiha got: "Sedsala 21’an ji bo çîna karkerên Tirkiye û cîhanê pêvajoyek dîrokî ye. Di pêvajoyek wisa de divê mirov dîrokê zanibe û bi zanebûna dîrokê li pêşerojê binere. Ev ji her demê bêtir girîngtir e. Divê em li çîroka 40 salên dawî binerin. Li vê cîhanê û Tirkiyeyê pergala  heyî ku tiştekî bide ciwan, jin û karkeran tune ye. Hemû çîrok xelas kirin. Ji ber vê yekê ev niqaş dê pêşiya me ronî bikin."