Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe

img

WAN - Waniyan anî ziman ku sedema krîza aborî zext û zoriyên li ser kurda û muxalefetê ne û gotin, heta şer bi dawî nebe ne krîz hel dibe jî wê gel rihet bibin. 

Waniyan, bal kişandin ser krîza aborî û gotin, heta şer, zext û zoriyên li ser kurdan û gelan bi dawî nebin ne krîz hel dibe jî wê gel rihet bibin. 
 
Cotkar Cîhat Gurbuz, anî ziman ku li gund sewalvanî dikir lê belê niha nikare bike û got, ji ber bihabûnê nikare giha û kayê bikire û wê heywanê xwe yê li gund bifiroşe.Gurbuz, dstnîşan kir ku pere hemû ji bo şer tê xerckirin û got, heta şer û zextên li ser gelê kurd bi dawî nebe wê krîz hel nebe. 
 
'MIROV BIRÇÎ Û PERÎŞAN IN' 
 
Şahîn Erçaglar jî destnîşan kir ku ji ber nikaribûye êm, ka û kapekê bikire heywanên xwe firotiye û got, 7 meh in betal e û bi deynan debara xwe û malbata xwe dike. Erçaglar, got: "Her tişt biha bûye, em nikarin bikirin. Aboriya welat ji bo şer tê xerckirin. Gel tî û birçî ye. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Bila aştî çê bibe. Mirov birçî û perîşan in." 
 
Şêwirmendê Xeyrîmenkûlan Yilmaz Bozkûrt, diyar kir ku du sal in piyase sekinandî ye û got, di sektoran hemûyan de îflas çê bûne. Yilmaz, destnîşan kir ku helbet wê aaboriya welatekî ku di şer de be biheje û got: "Li wir her ku fîşekek tê berdan heqê wê ji bêrîka me derdikeve." 
 
Esnaf Fatîh Çîftyurek jî anî ziman ku her sal dibêjin xwezî bi par û got: "Ne pere, ne kar heye. Sedema sereke ya krîza aborî şer e. eskeran dişînin Sûriyeyê. Esker û çekên dişînin wir perê wan ji bêrîka me derdikeve. Bi ser de ceryan û gaza xwezayî jî biha dikin. Niha li bajêr gelek mirov hene ku nikarin gezek nan bibin mala xwe. Dewlet kedxwariyê dike." 
 
'KRÎZÊ VEDIŞÊRIN' 
 
Îsa Guren ku çayvaniyê dike, anî ziman ku ji ber krîza aborî esnafan dikanên xwe girtine û ên vekirî jî nikarin heqê kiryên xwe bidin. Guren, got: "Li Wanê kar tuneye, mirov perîşan bûne. Di çapemeniya wan de her tişt xweş dixuyê. Bi derewan ser rastiyê digirin. Ser krîza aborî digirin." 
 
Hasan Çîftçî yê teqawidbûyî, anî ziman ku bi desteka ku ji gund tê debara xwe dike. Çîftçî, got: "Her roj zem tên kirin. Par heqê fatûreya ceryanê 80 lîre dihat îsal 140 lîre tê. Madem gaza xwezayî biha dikin, nexwe divê meaşê kesên teqawidbûyî jî zem bikin. Dibêjin 'enflasyon kêm bûye.' Ma em pê bawer bikin an bi xwe? Heger tu endezyarê bikî berpirsiyarê ceryanê wê hal ev be."