Ji bo ‘Zirarên Peyvirê' dê 99,5 milyar tl ji butçeyê xerç bikin

img

ENQERE - Dê ji bo Zirarên Peyvirê ya ku tê gotin rê li pêş nelirêtiya butçeya welat vedike, ji butçeya sala 2020'an 99 milyar û 579 milyon TL pere bê veqetandin. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir ku di bin navê “Zirarên Peyvirê" de pereyan didin fîrma û bankayên ku bîlançoyên xwe xerç kirine. 

Wezareta Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê û Wezareta Maliyê û Xazîneyê, ji bo butçeya 2020'an armanc dikin ku ji butçeyê 99 milyar û 579 milyon tl pere ji bo butçeya "Zirarên Peyvirê" veqetîne. 
 
Di 8 salan de 50 qat zêde bû. "Zirarên peyvirê" ku di salên 1990’an de ket meriyetê, di salên dawî de qat bi qat zêde bû. Di sala 2013'an “Zirarên Peyvirê" 1,93 mîlyar TL bû. Di sala 2014'an de derket 1,65 mîlyar TL, di sala 2015'an de derket 2,06 mîlyar TL, disala 2018'an de derket 58,8 mîlyar TL  û di sala 2019'an de ev par derxistin 61 mîlyar TL yî. Niha jî 99 milyar û 579 milyon TL armanc dikin. 
 
Endamê komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, anî ziman ku di krîzer pir kûr a aborî de derbas dibkin û wiha got: "Ji ber vê krîza aborî gelek fîrma û banka bilançoyên xwe xilas kirine. Wezareta Xazîne û Maliyê ji bo wan kampanya kredî dimeşîne û dixwaze wan ji nûve zindî bike. Ev yek tev ji bêrika gelê Tirkiyeyê derdikeve.  Di bin navê “Zirarên Peyvirê" de pereyan didin fîrma û bankayên ku bîlançoyên xwe xerç kirine. Bi vê yekê dixwazin şîrketên îflas kirine ji nûve ava bikin û bi ser bixin. Maliyeta krîzê ji berîka gelê xizan derdixin. Di bin navê Zirara Peyvirê bi faîzek kêm didin banka û şîrketên têkçûyî. 
 
MA / Selman Guzelyuz