Muftuoglû: Îktîdar kesên birçîbûnê qebûl nakin dike 'terorîst'

img

STENBOL - Aborîzan Ozgur Muftuoglû, anî ziman ku şik û guman ew e ku ji ber krîza aborî wê bûyerên întiharê zêde bibin û got: "Îktîdar kesên birçûbûnê qebûl nakin, dike terorîst. Mirovên nikarin zikê xwe têr bikin helbet wê bi awayekî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Întiharên pêk tên jî îfadekirina van bertekan e." 

Ji ber krîza aborî her diçe pirsgirêk kûrtir dibin. Ji ber betalî, xizanî û meseleya debarê bûyerên întiharê zêde dibin. Aborîzan Ozgur Muftuoglû, got: "Mirovên nikarin zikê xwe têr bikin helbet wê bi awayekî nerazîbûna xwe nîşan bidin."
 
Muftuoglû, anî ziman ku aborî her kesî eleqedar dike û loma mafê her kesî yê gotinê heye, lê belê hikûmet bi zext û zoriyan bi ser kesên rexneyan dike diçe. Muftuoglû, ji bo daxuyaniya Wezareta Enerjiyê ku gotibû kî aboriyê rexne bike ew ê derbarê wan de dozê vebikin, jî got: "Ev rewş di tu dewletên totalîter de jî tuneye." 
 
‘ÊN BIRÇÎBÛNÊ QEBÛL NAKIN DIKIN TERORÎST' 
 
Muftuoglû, diyar kir ku wezaret ji bo welatiyên dibêje "Heger hûn birçî bin jî dengê xwe nekin. Heger hûn dengê xwe bikin hûn terorîst in." Muftuoglû, got: "Ev rewşeke hezîn e. Îktîdar, naxwaze rewşa aboriyê bibîne, lê belê bi darê zorê birçîbûnê li mirovan ferz dike. Ên birçîbûnê qebûl nakin jî dike terorîst." 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku ji zûvde ye karker û kedkar wekî "terorîst" tên wesifandin û got: "Kengî karker doza mafên xwe dikin, li pêşberî xwe hêzên dewletê dibînin. Ji xwe muameleya 'terorîst' bi wan dihat kirin. Lê di daxuyaniyên niha de ev yek pir aşkere tê gotin." 
 
DEMOKRASİ NEREYE EVRİLDİ?
 
Bu açıklamanın Türkiye’nin demokrasisi açısından bir belirti olduğunu da dile getiren Müftüoğlu, şöyle devam etti: “Artık insanlar karnım aç bile diyemeyecek. Hükümetin bu uygulama ile demokrasiyi hazmedemediğini gösteriyor. İktidar, ekonomi politikaları ile genel toplum refahını düşünmek zorundadır. Bakanlık açıklama ile küçük bir azınlığının çıkarları doğrultusundaki ekonomi modelini topluma dayatıyor. Zaten bunun arkasında gelen bütçe görüşmelerinde gördüğümüz tutumda toplumun çıkarını gözetmediği görülüyor.” 
 
BÛYERÊN ÎNTIHARÊ 
 
Her wiha Muftuoglû, ji bo bûyerên întiharê ku di demên dawî de zêde bûne jî got: "Hikûmet mecbûr e guh bide dengê civakê. Êdî divê sedema rastîn a van întiharan bibîne. Ji bo pêşî li ber van bûyeran bê girtin divê hin polîtîkayan pêş ve bie. Lê belê radibe ser van bûyeran digire û bi darê zorê civakê bêdeng dike. Bi vî awayî dixwaze serketina xwe nîşan bide. Lê ev ne mumkun e. Çimkî mirovên nikarin karekî peyda bikin û zikê xwe têr bikin, dawiya dawî wê bi awayekî bertekên xwe nîşan bidin. Mixabin întiharên pêk tên jî îfadekirina van bertek û nerazîbûna ye." 
 
MA / Naci Kaya