Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin

img
EDENE – Endamên Platforma KESK'ê yên Edene û Antalyayê diyar kirin ku li hemberî enflasyona heyî her ku diçe meaşê wan kêm dibe bi çalakiyan bertekên xwe anîn ziman. 
 
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê, bi dirûşmeya “Heqê jiyana mirovî û di bacê de edalet" li Şaxa SES'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de nûnerên KESK û DÎSK’ê amade bûn. Serokê Şaxa SES'ê Muzaffer Yuksel, diyar kir ku li hemberî enflasyona heyî her ku diçe meaşê wan kêm dibe û dê têkoşîna ji bo mafê xwe berdewam bikin.
 
Serokê Şaxa BES'ê Sinan Tunç, jî anî ziman ku zem her ku diçe zêde dibe û ji ber zemê zêde û enflasyonan meaşê wan kêm dibe û êdî li heviya rojên xweş napên. Tunç, da zanîn ku ew meaşê xwe yê vê mehê didin bac û zema meha Temmuzê û wiha got: "Em dibêjin êdî bes e. Em kedkarên cemaweriyê li dijî vê guhertina bacê îtîraz dikin û dibêjin êdî bes e. Em dixwazin para bacê ji sedî 15'an daxin ji sedî 10’an.  Em bang li hemû gelê xwe karker û kedkaran dikin ku li dijî  bê edaletiya bacê û ya ne demokratîk li dijî xizaniyê bi hevte têbikoşin. 
 
ANTALYA 
 
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Defterdariya Antalyayê daxuyanî da û heman daxwaz anîn ziman. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa BES'ê Devrim Mol, bal kişand ser enflasyona zêde dibe û meaşê kêm dibe û xwest meaşê  karker û kedkaran zem bibe.