Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn

img

ENQERE - Midûreyat Polîsan a Enqereyê, dawî li karê 300 îşportavanên li Kizilayê di saetên êvaran de dezgehan vedikin û alav û amûran difiroşin anî. Her çend Walîtiya Enqereyê ev yek red kir jî rayedarekî şaredariya Çankayayê diyar kir ku "Vekirina Îşporta li vir sûc e." 

 
Karkerên ku li Kizilaya Enqereyê karê îşportavaniyê dikin û dezgehan vedikin, bi îdîaya "pereyan ji terorê re dişînin" ji karê xwe bûn. Îşportavanên ku di saetên êvarî de li Kizilaya Çankaya ya Enqereyê li kolana Yukselê,  Konur û Karanfilê dezgeh datînin û alav û amûran difiroşin, rastî astengiya polîsan hatin. Nêzî 300 îşportavanên dezgeh datînin rastî astengiya polîsêm Midûriyeta polîsan a Çankayayê hatin. Îşportavanan anîn ziman ku polîsên midûriyeta polîsan îdîa dikin ku "Pere ji rêxistinê re dişînin" û destûr nadin ku kar bikin. Îşportavanan anîn ziman ku rayedarên Şaredariya Çankaya ji wan re gotiye "Valîtiya Enqereyê bi hinceta ewlehiyê vekirina dezgehan qedexe kiriye" û destûr nadin ku dezgeh vekin. 
 
Îşportavan Kemal Bolat, diyar kir ku 15 salin li Kizilayê dezgeh vedike û wiha got: “Rayedarên polîsan ji me re dibêjin 'Li vir pere ji rêxistina terorê re tê şandin'. Em hin caran bêyî tiştekî bifiroşin diçin malê. Ger ku rêxistin li ser pereyê me mabin halê wan perîşan e. Rayedarên polîsan dibêjin 'îşportavanî li dervê zagonan e' Em jî diyar dikin ku ev karekî rewa ye. 15 salin li vir karê îşportavaniyê dikim. Em her dem rastî lêgerîna GBT'ê tên. Ji bo em dîsa dezgehên xwe vekin me nêzî 3 hezar îmze kom kiriye." 
 
ŞAREDARÎ: WALÎTIYÊ GIŞTÎNAME ŞANDIYE
 
Muşevîrê Çapemeniya Şaredariya Çankayayê Mahmut Aydın, diyar kir ku îşportavanî ne hiqûqî ye û wiha got: "Walîtiya Enqereyê ji bo îşportavan li kolanan nebin, giştînameyek ji mere şandiye. Hefteya borî rayedarên şaredariyê bi îşportavanan re hevdîtin kiriye û ew agahdar kirine. Karê şaredariyê îşportevaniyê asteng bike. Dema karê astengiyê kir, dikare alîkariyê ji polîsan bixwaze. 
 
Walîtiya Enqereyê jî dijberî şaredariyê înkar kir ku tu giştîname neşandiye. 
 
Îşportavan Zinnur Ozpamak jî anî ziman ku 16 salin li vir dezgeh datîne û wiha got: "Ez debara xwe bi îşportavaniyê de dikim Wekî din pere ji min re nayên.