Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye

img

STENBOL – Platforma Şaxan a Sendîkaya Karkeran a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser kriza aborî û întîharên dawî, daxuyanî dan û diyar kirin ku ya dibe sedema întîharê xizanî, sefalet û kriza aborî ye.

Platforma Şaxan a Sendîkaya Karkeran a Stenbolê, bi dirûşmeya "Têkoşîna ji bo heqê têra jiyanek mirovane bike û edaleta bacê" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Karkerên sendîkayê di daxuyaniyê de pankarta "Em bi hevre bêtir bi hêz in, ne heqê herî kêm, em heqê ji bo jiyanek bi rûmet û mirovane û edaleta di bacê de dixwazin" vekirin û dirûşmeyên "Em ê bibin yek û bi ser bikevin" û "Ne ji sermayeyê re, ji kedkaran re butçe" û "Em nabin koleyê patronan" berz kirin. 
 
Nûnerê Milê Ewropa yê Sendikya Karkerên Tekstîlê û Çerm (Deriteks) Veysel Arslan, li vir  diyar kir ku ji ber xizanî û betaliyê mirov întîhar dikin û bal kişand ser kuştina 4 xwişk û birayên li Fatiha Stenbolê. Arslan, anî ziman ku zem hatiye cer ceyran, av, xaza xwezayî û wiha got: "Divê hikûmet heqê xizanan ji nûve rast bike. Li şûna şertên wan raz bike bac zêde kir. Em mecbûr in bibin dengê kesên bi heqê herî kêm dixebitin. Sedema întîhara mirovan xizanî, betalî û krîza aborî ye. " 
 
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Saglik Îş'ê ya Girêdayî Turk-Îş'ê ya Stenbolê Nedime Yildirim daxuyani xwend. Yildirim, xwest heqê herî kêm li gorî ku mirov karibin bi awayekî rûmet û jiyanek mirovî bijîn be û wiha got: "Muxatabê heqê herî kêm yên esil kesên ku vî heqî distînin e. Divê daxwazên me li ber çavvan bên girtin. Divê di bacê de guhertinek bi edalet pêk bê. Ji ber bacên li karker û kedkaran tê birîn û zemê heyî şert û mercên karker û kedkaran xistiye nava zahmetiyek pir mezin. Divê pêdiviyên wekî nan, av û yên sereke ji bacê muaf bin. Divê bac ji pêdiviyên jiyanî neyên qutkirin. Sînorê xizaniyê 6 hezar û 733 tl ye. Em qebûl nakin ku heqê herî kêm, di bin vê sînorê de be. Divê hemû karker û kedkarên konfederasyonan bên cem hev û li peymana ku îmze kirine xwedî derkevin.