Peywir û rayeyên BDDK'ê dewrî Bankaya Navendî hat kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lîjneya Giştî ya Meclisê dewrkirina peywir û rayeyên BDDK'ê ya ji bo Bankaya Navendî hat gufûgokirin û qebûl bû. Bankaya Navendî, di hêla diravdanê de dê bibe otorîteya rayedar.
 
Li Lîjneya Giştî ya Meclisê " Pêşniyara Qanûnê ya Têkildarî Pergala Lihevkirina Bihayê Menkûl û Diravdanê, Qanûna Derbarê Saziyên Pereyê Elektronîk û Xizmetên Diravdan û Guhertina Hin Qanûnan" hat guftûgokirin û qebûl bû. Di pêşniyarê de saziyên diravdaniyê û pereyên elektronîk, ji nav saziyên ku ji aliyê Saziya Sererastkirin û Venerîna Bankavaniyê (BDDK) ve para serzêdebûnê ji wan tê standinê, tên derxistin. Li gorî vê yekê dê ji niha şûn ve saziyên diravdaniyê û pereyên elektronîkê di nav saziyên ku ji aliyê BDDK'ê ve para serzêdebûnê ji wan tê standin de cih negirin. Dîsa gotinên têkildarî xebatên 'pêguherî û hesibandinê' ku derbarê qertên bankaya û qertên krediyan de tên kirin ji Qanûna Qertên Banka û Qertên Krediyê bên derxistin. 
 
DÊ YEKITIYA SAZIYÊN DIRAVDANÎ Û PEREYÊ ELEKTRONÎK BÊ AVAKIRIN
 
Ji bo besivandina pêwistiyên hevpar ên navxweyî, hêsankirina xebatên pêşesaziyî, li gorî xebatên giştî pêşxistina pîşesaziyî, serweriya rastî û ewlehiya têkiliyên bikarhênerên xizmeta diravdaniyê û endamên pîşesaziyê ya navxweyî yên saziyên diravdaniyê û pereyên elektronîk dê Yekitiya Saziyên Diravdanî û Pereyê Elktronîk a Tirkiyeyê bê avakirin. 
 
Ji bo dabîniya dewrkirina peywir û rayeyên BDDK'ê ya Banka Navendî, dê rayeya serestkirina duyemîn dewrî Bankaya Navendî bê kirin.