Budçe têra Wezareta Karên Hundir nake

img

ENQERE - Girêdayî Wezareta Karên Hundir bi giştî 323 hezar leşkerên bê paye yên bi pere û polis û notirvan dixebitin. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê timik hejmara personelên wezaretê zêde dibin. Xerckirina ser diravdaniyê ya Wezaretê ku di sala 2019'an de ku 14 milyar bû, di 2020'an de dê derkeve 24 milyar TL'yî. 

 
Wezareta Karê Hundir ku nêzî 70 hezar leşkerên bi pere dixebitîne û di salekî de hejmara notirvanan 7 hezar zêde kir û saziyên girêdayî wê, 14 milyar TL xerckirina ser diravdaniyê kirin. Daxwaza zêdekirina budçeya 2020'an a Wezareta Karê Hundir û saziyên girêdayî wê 10 milyar û 445 TL e û bi xerckirina ser diravdaniyê re ev hejmar dertê 24 milyar TL'yî. 
 
Ji wezaret û saziyên girêdayî wê re ji bo 2020'an 76 milyar û 889 milyon TL budçe hatiye veqetandin. Budçeya ji bo teşkîlata navendî ya wezaretê jî bi zêdebûna milyarek û 100 milyonî tê payîn ku bibe 9 milyar û 672 milyon û 218 hezar TL. 
 
ZÊDEBÛNA HERÎ ZÊDE JI BO EMNIYETÊ YE
 
Zêdebûn û yekûna budçeya 2020'an ên saziyên girêdayî Wezareta Karên Hundir wiha ne:
 
"Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan; bi zêdebûna 3 milyar 364 milyon TL'yî bûye 22 milyar û 968 milyon TL. 
Miduriyeta Giştî ya Emniyetê; bi zêdebûna 5 milyar 297 milyon TL'yî bûye 38 milyar û 973 milyon TL.
Fermandariya Ewlehiya Peravê; bi zêdebûna 259 milyon TL'yî bûye  milyarek û 128 milyon TL. 
Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê; bi zêdebûna 204 milyon TL'yî bûye 2 milyar û 511 milyon TL. 
Miduriyeta Giştî ya Karên Bobelatê; bi zêdebûna 231 milyon TL'yî bûye milyarek û 637 milyon TL." 
 
DI XERCKIRINA SER DIRAVADANIYÊ DE REQOR A EMNIYETÊ YE
 
Wezareta Karên Hundir ji bo teşîkata navendî, di 2018'an de milyarek û 47 milyon û 218 hezar xerckirina ser diravdaniyê kiriye. 
 
Di 2018'an de Miduriyeta Giştî ya Emniyetê, 10 milyar û 272 milyon û 232 hezar TL, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, 2 milyar û 323 milyon û 594 hezar TL û Fermandariya Ewlehiya Peravê, 39 milyon û 664 hezar TL xerckirina ser diravdaniyê kiriye.
 
Wezareta Karê Hundir û saziyên girêdayî wê, di 2019'an de yekûn 14 milyar û 33 milyon xerckirina ser diravdaniyê kirine. 
 
Tê payîn ku di 2020'an de jî 24 milyar û 478 milyon TL xerckirina ser diravdaniyê dê bê kirin.
 
323 HEZAR LEŞKERÊN BI PERE Û POLIS HENE
 
Hejmara personelên Wezareta Karê Hundir û saziyên girêdayî wê jî balê dikişînin ser xwe. 
 
Hejmara personelên Miduriyeta Giştî ya Emniyetê, yekûn 276 hezar 94 kes in. Di nav vê hejmarê de 242 hezar û 488 kes polis in.
 
Hejmara notirvanan gelek zêde bûye. Hejmara notirvanan di sala 2017'an de 4 hezar û 653 kes bûne, di 2018'an de hejmara wan derketiye 11 hezar û 389 kesan. 
 
Hejmara personelên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, yekûn 189 hezar 915 kes in. 69 hezar û 779'ê hejmarê ji leşkerên pispor ku weke leşkerên bi pere tên zanîn pêk tê. 
 
Yekûn hejmara leşkerên bê paye, polis û notirvanan 323 hezar û 665 kes in. 
 
WEZARETÊ 425 MILYON PERE TRANSFERÎ KOMELE Û WEQFAN KIRIYE
 
Di pêşniyara budçeya 2020'an a Wezareta Karên Hundir de, pere dayîna ji bo komel û weqfên nêzî desthilata siyasî ya di bin navê "Transerên ji bo saziyên ku armanca wan a karê tuneye tên kirin" balê dikişîne. 
 
Ji bo vê qelemê di budçeya 2019'an de 38 milyon û 350 hezar TL diravdanî hatibû veqetandin û ji bo budçeya 2020'an de jî 3 milyon û 652 hezar TL diravdanî hatiye veqetandin.
 
Pereyê ku ji bo sîxurî û malbatên nêzî desthilata siyasî yên bajarên kurdan ku di bi navê "Transferên ji bo gelê malê hatine kirin" hatiye veqetandin jî di 2019'an de 348 milyon û 900 hezar TL bûye. Te payîn ku ev hejmar di bûdçeya 2020'an de derkeve 381 milyon û 394 bin TL’yî. 
 
MA / Dîren Yûrtsever