Aborînas Sonmez: Gefa Amerîkayê jî bandorê li aboriyê kir

img

STENBOL - Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dijberî êrîşan Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aborîya Tirkiyeyê kirine û wiha got: "Ji bo stenboliyan şer qedandina dirav e."

Li aliyekî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin didome û li aliyekî jî Serokê Amerîkayê têkildarî êrîşê li ser hesabê xwe yê medya civakî li pey hev daxuyaniyan dide. Trump di daxuyaniyên xwe de gef li aboriya Tirkiyeyê dixwe û dibeje ku dê aboriya Tirkiyeyê têk bibin. Ji niha ve bandora van daxuyaniyên Trump li ser aboriya Tirkiyeyê xwe nîşan dide. Aborînas Mûstafa Sonmez û welatiyên Stebolê têkildarî bandora êrîşa Tirkiyeyê ya li ser aborîyê axivîn û nirxandinan kirin. 
 
Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku ji niha ve daxuyaniyên Trump bandora xwe li aboriya Tirkiyeyê kiriye û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Bi daxuyaniya Trump re kûra dovîzan bilind bûye. Ev yek jî gelek pirsgirêk bi xwe re aniye. Bûye sedema bihabûna berhemên îthalatê dê ev jî bibe sedema bihabûna nirxa sermîyan.  Ev jî nîşana zemên nû ye. Dê hêza kirînê ya gel kêm bibe û xîzanî zêde bibe. Rewşa şer rast e rast bandora xwe li aboriyê dike. Di rewşên şer de pere gel hebin jî xerc nake. Dê ev jî dibe sedema kêmbûna mezaxê. Dîsa sermiyanê ku ji sermiyanê sivîl re tê veqetandin ji sermiyanê şer diçe. Ev çawa ku bi awayekî neyînî bandorê li aboriyê dike, di heman demê wiha bandorê li xweşguzariya gel jî dike. Tirkiye bi êrîşê re tenê ma. Di rewşeke wiha de razemîniyên ku ji Amerîka û Ewropayê bê dê bi awayekî zêde Tirkiyeya ku krîzê de ye bandor bike. Danekirinan bidin ser Tirkiyeyê em nizanin. Lê gefxwarina wê tenê karsazên biyanî tirsand. Di rewşeke wiha de dê karsazên biyanî ji razememiya Tirkiyeyê dûrkevin."
 
'ÇEK Û TOP BELAŞ NATEQIN'
 
Welatiyê bi navê Hafiz Kaya diyar kir ku êrîşa derveyî sînor gelek bi mesref e û wiha got: "Ez ji salên 1968'an ve polîtîkayên Amerîkayê yên li Cîhanê rexne dikim. Afganistan, Pakistan, Iraq û Sûriyeyê dagir kir û hê jî dagirkirina xwe didomîne. Niha jî Tirkiye êrîşê Sûriyeyê dike. Encama vê yekê tuneye. Lewre gelek welat li ser komên li wir mafê axaftinê di xwe de dibînin. Çek, top û fîşek belaş nateqin."
 
'DIXWAZIM ŞER BI DAWÎ BIBE'
 
Welatî Omer Aslan da zanîn ku ew şer rast nabîne û ev tişt anî ziman: "Şer valabûna berîka me ye. Ez şer erê nakim û dixwazim ku bi dawî bibe. Zarokan tên kuştin. Sûcê zarokan çî ye? Dê şer ji hêla civakî ve jî gelek texrîbatan bi xwe re bîne. Ceyran, av û gaza sirûştê pere tev di rojekê de diqede. Di dest û berîka min de pere tuneye. Kîloya sîrê bûye 60 TL. Kesên ku dikarin pîvaz, kartol, sêv û portaqalê bixwîn mane gelo? Mirov êdî ji fîkîfiroş bi heban tiştan dikirin."
 
'DIVÊ TIRKIYE QAŞÎ PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ NEBE'
 
Sefa Tûran jî destnîşan kir ku salek e bê kar e û ev tişt gotin: "Di hêla aboriyê de gel têk çûye. Em di şertên zor de dijîn. Nikarim deynên xwe bidim û timik deyndar im. Divê ku Tirkiyeyê qaşî pirsgirêka Sûriyeyê nebe."
 
'HER TIŞTÎ WEKE GUL Û GULISTAN NÎŞAN DIDIN'
 
Nazmî Acar jî bi lêv kir ku dê şer bibe bihabûnê û têkildarî bandora şer a li ser aboriyê ev tişt anî ziman: "Li taxa me pîreke 70 salî heye. Dibêje ku heta vî emrê xwe krîzeke bi vî rengî neditiye. Lê dema ku mirov televîzyonê temaşe dike her tişt weke gul û gulistanê ye. Lê rewş qet jî wiha nîne."