Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin

img

MÛGLA – Çotkarên pembû yên li navçeya Milasê ya Muglayê pembû diçînin, diyar kirin ku lêçûna wan ji hatina wan zêdetir e û nikarin êdî çandiniyê bikin. Çotkarê pembû Yilmaz Uyanik, anî ziman ku her diçe buhayê mazot, gabre, av, ceyran û îlacan zêde dibe û buhayê pembû jî her diçe erzan dibe. 

Li Tirkiye krîza aborî bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê dike. Çotkar ji ber buhayên gubre, mazot, av, ceyran û îlacan êdî nikarin çotkariyê bikin. Li Tirkiye wekî hemû rençberên çandiniyê rençberên pembû jî dikevin bin bandora krîza aborî. Rençberên pembû yên li Navçeya Milasê ya Muglayê çandiniya pembû dikin diyar kirin ku ji ber lêçûna çandiniyê ji hatinê zêdetir e, êdî nikarin pembû biçînin. Rençber Yilmaz Uyanik diyar kir ku 40 salin çotkariya pembû dike û êdî hatine asta îflasê. Çotkarê pembû Yilmaz Uyanik, anî ziman ku her diçe buhayê mazot, gabre, av, ceyran û îlacan zêde dibe û buhayê pembû jî her diçe erzan dibe. Uyanik, da zanîn ku ew nikarin bi xwe buhayê pembû diyar bikin û wiha axivî: "Ji ber ku em nikarin buhayê wî diyar bikin êdî em zerar dikin. Yê pembû dikire buha diyar dike. Ji ber ku em nikarin buhayê wî diyar bikin û em bi erzanî difiroşin êdî lêçûna xwe dernaxe. Serê dolimê kîra zeviyê tevî hemû lêçûnan 4 TL diçe. Ger ku em kîloya pembû bi 3.5 TL bifiroşin mesrefa xwe dernaxe û zerar dike. 
 
KÎLOYA DIVÊ HERÎ KÊM 5 TL BE 
 
Uyanik, da zanîn ku kîloya tovê pembû bi 22 TL dikirin û wiha bi dawî kir: "Em 3 kîlo tov davêjin zeviya xwe. Tov ji ber ji derve tê pir buha ye. Îsal ji sedî 80- 90 zem bû. Serê dolimê 3- 4 litre mazotê wekî piştgirî didin çotkaran. Em ji bo her dolimê 30 litre mazot dişewitînin. Kîloya pembû bi 80 kurişî ye. Divê herî kêm kîlo bi 5 tl be."