Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Samsûnê Şerîf Arslan ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Li Eskîşehîrê jî, Yakup Agrali yê di santrala hilbarîna betonê de di xebitî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Bafra ya Samsûnê, karkerê sewaxê Şerîf Arslan ê 48 salî, ji kata 2 ya înşaetê ket û  bi giranî birîndar bû. Arslan ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bafra, piştî mudaxileya dest pê kê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tıpa Zanîngeha Ondokuz Mayisê ya Samsûnê hat kirin.   
 
Li gel hemû mudaxileyan jî, Arslan jiyana xwe ji dest da û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
LI ESKÎŞEHÎRÊ JÎ CÎNAYET KAR RÛ DA 
 
Li Eskîşehîre jî, karkerê 38 salî Yakup Agrali yê di santrala hilberîna betonê de dixebitî, nêzî 12 metra ji bilindahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.