Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!

img
 
STENBOL - Her çend Erdogan bibêje, "Me bi nanê kesî neleyîstiye jî", qeyûman 5 hezar kes ji kar avêtin. Hevserokê KESK'Ê Mehmet Bozgeyîk, bilêv kir ku bi polîtîkaya qeyûman Rewşa Awarte hatiye mayîndekirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî ji bo "têkoşîneke hevpar" bang kir. 
 
Piştî Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê kir, qeyûm jî hêdî hêdî karkera ji kar davêjin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, hefteya borî di axaftina xwe ya li Beştepeyê ku ji şaredarên bajarên mezin re kir de gotibû: "Me bi nanê kesî neleyîstiye." Her çend Erdogan wisa bibêje jî lê belê heta niha qeyûman 5 hezar kes ji kar avêtiye. Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû bal kişandin ser rewşa karkerên ji şaredariyan hatin avêtin. 
 
REWŞA AWARTE MAYÎNDE KIRIN 
 
Bozgeyîk, bi bîr xist ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî 94 şaredariyên HDP'î hatine kirin û got: "Li gorî lêkolînên me di sala 2016'an de qeyûman zêdetirî 5 hezar kes bi awayekî bêhiqûqî ji kar avêtin. Bi îxbar û giliyên sendîkayên alîgir Rewşa Awarte kirin bahane û bi KHK'yan gelek kes ji kar avêtin. Peymanên karkeran hatin fesixkirin. Me bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re peymanek çê kiribû, lê roja înê qeyûm peymana me fesix kir. her çend hejmara endamên me zêdetir in jî Peymana Kar a Giştî bi sendîkayên alîgir re îmze kir." Bozgeyîk, bilêv kir ku piştî tayînkirina qeyûman mafên sendîkayî yên karkeran, mafê Peymana Kar a Giştî û mafê rêxistinbûyînê bi temamî ji holê hatin rakirin û got: "Herî dawî piştî qeyûm tayînî sê şaredariyan hatin kirin, li şaredariyan pêvajoyeke ku dixwazin Rewşa Awarte bê mayîndekirinê pêk tê." 
 
Bozgeyîk, anî ziman ku divê karker vegerin ser karên xwe û got, wê li dijî van bêhiqûqîtiyan û tayînkirina qeyûman têkoşîna wan berdewam bike. 
 
‘QEYÛM DARBE YE' 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûma vîna gel hatiye binpêkirin û got: "Tayînkirina qeyûman darbeya lid emokrasiyê ye. Pêkanîneke antîdemokratîk e. Di pêvajoyeke ku vîna sindoqan neyê hesibandin, ewlehiya tu gelî û mafî tune ye." Çerkezoglû, bal kişand ser tayînkirina qeyûmên di sala 2016'an de û got: "Bi tayînkirina qeyûman, bi pêkanînên antîdemokratîk, bi Rewşa Awarte û KHK'yan gelek kes betal man. Gelek endamên me bêyî hincet, bêyî delîl û belge bi birçîbûnê hatin mehkûmkirin." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Çerkezoglû, anî ziman ku divê mafên qanûna bingehîn û demokratîk bên mîsogerkirin û got: "Ji bo mafê xwe divê em li dor têkoşîneke hevpar bên gel hev û bitêkoşin. Em bang li hevalên xwe yên karker û her kesî dikin ku em mafê xwe biparêzin û xwe birêxistin bikin."