Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan

img
WAN - "Seraya Bêasteng" ku di bin banê Şaredariya Rêya Armûşê de hat vekirin û 12 welatiyên astengdar lê dixebitin, berên wê yên ewil gihan. Astengdarên li serayê dixebitin, gotin: "Piştî berên me gihan, hêviya me ya ji bo jiyanê zêdetir bû." 
 
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, ji bo welatiyên astengdar li Taxa Çoravanîs "Seraya Bêasteng" çê kiribû. Berên ewil ên serayê gihan. Li vê serayê 12 welatiyên astengdar dixebitin. Aysel Komî (22) ku hem li Kafeya Bêasteng û hem li Seraya Bêasteng dixebite, destnîşan kir ku divê li hemû qaadên jiyanêa stengî bênd erbaskirin û got: "Îsal me nexwest em qîma xwe tenê bi kafeyê bînin. Ji bo em ji derheqê astengiyan derkevin fikra Seraya Bêasteng li me peyda bû. Me ev fikr berpêşî hevşaredarên xwe kir. Hevşaredar jî bi vê fikrê kêfxweş bûn. Tam em 5 mehan xebitîn. Piştî berên me yên ewil gihan, hêviya me ya ji bo jiyanê zêde bû." 
 
ASTENGÎ YEKO YEKO TÊN DERBASKIRIN 
 
Xebatkara Seraya Bêasteng Gulperî Ertaş jî, bilêv kir ku tevrika serayê bigire hemû karî dikin û ji ber karekî wisa dikin pir kfêxweş in. Ertaş, got: "Her meh heftê du caran bia wayekî perîyodîk em tevî 12 hevalên xwe yên berasteng li vira xebitîn. Ez astengdar im lê dixwazim tim daxilî jiyanê bibim. Tiştên wisa xwebaeriyê xurt dikin. Karên wisa derûniya me baş dikin. Em li qada çandiniyê jî astengiyan derbas dikin. Bi vî awayî me nîşan da ku astengdar dikarin li hemû qadên jiyanê bin." 
 
WÊ ŞAREDARÎ SERAYÊ MEZINTIR BIKE 
 
Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan jî, bilêv kir ku ew li ser bajarekî bêastengî hûr dibin û got: "Me di meclîsa şaredariya xwe de ji bo van welatiyan komîsyonek ava kir. Her wiha ji bo welatiyên me yên astengdar daxilî jiyana aborî îstihdamê bibin xebatên me didomin. Li kafeya me ya bêasteng welatiyên me yên astengdar dixebitin. Her wiha seraya me ya bêasteng jî heye. Niha li vê serayê zebze hatine danîn. Berên li vira ji bo van hevalên me tên bikaranîn. Di meha Gulanê de me bi hev re tov reşand û niha em bi hev re paleyiya wê dikin. Heta ji destê me bê em ê serayên bêasteng zêde bikin." 
 
MA / Dindar Karataş