Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin

img

MÊRSÎN – Mirovên bi meaşê kêmtirîn dixebitin êdî nikarin debara xwe bikin. Welatiyê bi navê Alî Akbaş, got: "Hikûmet wekî her tişt baş be tev digere" û Rûkiye Buyuk jî got: "Her ji wan tê li pişta me didin." 

Li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe. Welatiyên bi meaşê kêmtirîn dixebitin êdî nikarin debara xwe bikin. Li Bazara Herêma Sisêyan a Akdenîz a Mêrsînê, welatî bi destê vala vedigerin malên xwe. Rûkiye Buyuk a 60 salî, got: "Her cara têm bazarê herî kêm bi sed lîreyî alvêrê dikim. Xwedê alîkariya her kesî bike. Hin kes hene tiştekî wan jî tune ye. Mêrsîn bajarê narinciyê ye, lê tu carî wekî niha netengijî bû. Min 100 lîre xerc kiriye, lê dîsa jî tiştên diviya min bikiriya nikaribû bikire. 4-5 sal berê me bi 30-40 lîreyî lazmatiyên xwe giş dikirîn, lê niha em nikarin bi 100-150 lîreyî jî bikirin." 
 
‘HETA JI WAN TÊ LI PIŞTA ME DIDIN' 
 
Buyuk, destnîşan kir ku di van şert mercan de bi meaşê kêmtirîn ne mumkun e mirov debara xwe bike û got: "Em mirovên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin, em nikarin biçin bazaran. Hîn heqê kirê, heqê av û ceryanê jî maye. Ên li ser bêrîkên xwe tije ikin û meşê herî zêde digirin. Heta ji wan tê li pişta me didin. Me ew anîns er kar. Ma qey me qebehet kiriye. Eger wisa biçe wê jiyan xirabtir ûz ehmetir bibe." 
 
‘BERÊ NE WISA BÛ' 
 
Hamîde Kûrtûgûr a 56 salî jî got: "Di bêrîka min de 10 lîre heye. Ji bo karibim 2-3 kîlo tişt bikirim divê herî kêm di bêrîka min de 50 lîre hebe. Berê en wisa bû. Niha her tişt biha bûye. Berê em bi 50 lîreyî dihatin bazarê û me têra xwe tişt dikirîn. Lê niha bi 50 lîreyî encax em dikarin 4 kîlo fêkî û 3-4 kîlo patat bikirin."
 
Gulşen Sezer jî, destnîşan kir ku her tişt biha bûne. Sezer, anî ziman ku zebze erzan bûye lê belê fêkî pir biha bûne û got: "Kesên bi meaşê kêmtirîn dixebitin nikarin bi vî fiyetî tiştekî bikirin."
 
Alî Akbaş, destnîşan kir ku hikûmet bi destê çapemeniyê operasyoneke bîbiriyî dike û balê dikişîne ser tiştên din û got: "Dibêjin fiyet baş in. Lê belê çend parlementer, serok tên abzarê alvêrê dikin? Malbatek, bi meaşê kêmtirîn ne mumkun e debara xwe bike." 
 
MA / Ergin Çağlar