Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû

img

ENQERE - Hilberîna pîşesaziyê li gorî meha tîrmehê ya sala borî ji sedî 1.2 kêm bûye û li gorî mehek berê jî ji sedî 4 zêde bûye. 

Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên mehat tîrmehê yên hilberîna pîşesaziyê aşkera kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê di meha tîrmehê ya sala 2019'an de hilberîna endeksa sektora kankerî û madenvaniyê li gorî heman meha sala borî ji sedî 7.8 zêde bûye, endeksa sektora çêkirinê ji sedî 1,3 û endeksa sektora hilberîn û belavkirina elektrîk, xaz, dûkel û qlîmayê jî ji sedî 2,4 kêm bûye. 
 
LI GORÎ MEHA BORÎ KÊM BÛYE
 
Di meha tîrmehê de endeksa sektora kankerî û madenvaniyê li gorî meha borî ji sedî 3,2 û endeksa sektora çêkirinê ji sedî 4,7 zêde bûne û endeksa sektora hilberîn û belavkirina elektrîk, xaz, dûkel û qlîmayê jî ji sedî 0,5 kêm bûye.