Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê

img

AMED - Li gundên çiyayî yên Pasûrê amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Gundî, ji bo zivistanê dims, şûşe, toraq hwd. amade dikin. 

 
Li Pasûr a Amedê, zivistan dijwar derbas dibe. Ji ber vê li gundên çiyayî yên navçeyê ji niha ve amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirine. Gundî ji bo zivistanê, rîçala hejîran û qatixên amade kirine dixin bin erdê. Her wiha zebze û fêkiyêan hiiltînin. Li mezrika Kipovît a gundê Akçesêrê jin dest bi amadekariyên zivistanê kirine.
 
Fehîme Bozkûrt, anî ziman ku zivistana gundê wan zivistaneke hişk e û loma ji havînê ve amadekariyên zivistanê dikin. Bozkûrt, got ji bo zivistanê ew rîçala hejîran çê dike. 
 
HEMÛ ORGANÎK IN 
 
Bozkûrt, anî ziman ku ew ji bacanên sor ên organîk salçeyê jî çê dikeû got: "Piştî em bacanên sor dieciqînin, em wan 3 çar rojan wisa dihêlin. Paşê em li sizgêcê dixin û dixin kîsan. Du rojan jî di kîs de dimînin û bi vî awayî ava wan dadiwerive. Piştî ava dadiwerive em du rojên din jî li ber tavê dihêlin. Paşê em xwê dikin û dixin şûşeyan." Her wiha Bozkûrt got, ew dimsê jî çê dikin. 
 
Cahîde Yildiz jî anî ziman ku ew bi şîrê heywanên xwe mast, rûn û toraqê çê dikin û got: "Em toraqa xwe xwê dikin û dixin meteryan. Ji bo zivistanê jî em dixin bin erdê. Em ji mezninên xwe hîn bûne. Niha em jî heman tiştî dikin. Bi qasî 6 mehan di bin erdê de dimîne." 
 
DIVÊ CIHÊ QATIX HÊNIK BE 
 
Yildiz, da zanîn ku divê cihê qatixê ku hiltînin hênik be û got: "Gava cihê wan hênik be hem tahma wan xweş dibe hem jî xirab nabin. Her wiha li gorî axê tahma wan jî diguhere. Mesela eger cihê wan ne hênik be tahma wan nexweş e. Em penêr, rûn, toraq û tuyan dixin bin erdê."