Nanê di bin êgir de tê pehtin

img

AMED - Li navçeya dîrokî Pasûrê, nanê binê êgir hem bi çêja xwe hem jî taybetmendiya xwe ya têrkeriyî balê dikişîne. 

Li navçeya dîrokî Pasûr a Amedê yek ji nanê bivênevê jî nanê binê êgir e. Ev nan hem bi çêja xwe hem jî bi taybetmendiya xwe ya têrkeriyî balê dikişîne. Ev nanê bi piranî li deverên çiyayî yên navçeyê tê pehtin. Di nav vî nanî de toraq, gûz û pîvaz hene. Ev nanê navbirî di bin pizotê êgir di nîv saetê de tê pehtin. 
 
Gulşah Çîçek, ji bo vî nanî dibêje "nanê feqîran." Çîçek, behsa çêkirina nanê binê êgir dike û dibêje: "Di nav vî nanî de havên, xwê, rûn û toraq heye. Eger gûz û pîvaz hebin em wan jî dixin nav nên. Em dixin bin kuçik. Di nîv saetî de çê dibe." Çîçek, bilêv dike ku ev kevneşopî kevneşopiyeke bi sedan salî ye û dibêje: "Nanê binê êgir ji berê de heye. Tê bîra me nayê bîra me ev nan heye. Ev nan heta sê rojan li derve bimîne jî xera nabe. Hem mirovan têr dike hem jî ji bo xizana bivênevê ye. Mirov bi piranî li berê dew û çayê vedixwin." 
 
MA / Fethi Balaman