Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne

img

STENBOL – Welatiyên li Stenbolê bilêv kirin ku ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê, ew bi enflasyoneke zêde re rû bi rû mane û gotin: "Em di halekî perşîna de ne. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê." 

Li gorî daneyên meha Tebaxê yên Desteya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), enflasyona mehane 0,86 ji sedî zêde bû û enflasyona salan jî bû 15,1 ji sedî. Aborîzan Mûstafa Sonmez, bilêv kir ku gava TUÎK'ê ev dane amadekirine zemên di meha Tebaxê de hatin ser fiyetê gaza xwezayî û gihaniyê bi kar neanîne û got, wê bandora van zeman di vê mehê de xwe bide der. Welatiyên Stenbolê jî gotin: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê êdî em perîşan bûme." 
 
Aborîzan Mûstafa Sonmez, diyar kir ku TUÎK ji her deverên Tirkiyeyê daneyan ber hev dike û li gor daneyên berhev dike daneyên enflasyonê diyar dike û got: "TÛÎK, saziyeke zanistiyî ye. Loma dixwazin baweriya min a ji bo daneyên wê neheje." Sonmez, bal kişand ser daneyên TUÎK'ê yên di meha Tebaxê de ku daneya enflasyonê kêm bibû û got, ji ber ku zemên hatin ser fiyetê gaza xwezayî û gihaniyê lê zêde nekiriye wisa bûye û got: "Lê belê wê bandora van zeman di meha Îlonê de xwe bide der. Sedema enflasyon ku enflasyon daketiye ji sedî 15,1, meseleyeke arîtmetîkî ye. Par van çaxan enflasyon ,pir zêde bû. Gava em wan hejmaran û yên niha bidin ber hev du, em dikarin bêjin enflasyon kêm bûye. Lê ev nayê wateya ku hêza kirînê ya welatiyan zêde bûye. Heta em dikarin bêjin hêza kirînçê pir kêm bûye. Çima? Çimkî zema ku li meaşê karker û kedkaran hatiye kirin, zema li kincan, zexîre, sotemenî hwd hatiye barkirin li hev dernakevin. Loma hêza kirînê ya welatiyan kêm bûye." 
 
'EM PERÎŞAN BÛNE' 
 
Welatî Hulya Keskîn, bilêv kir ku sedema krîza aborî ew e ku ji ber çavkaniyên welat rast û baş nayên bikaranîn û got: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê em perîşan bûne." Keskîn, diyar kir ku ji bo ev mesele hel bibe pêdivî bi polîtîkayeke baş a aboriyê heye û got: "An jê wê rewşa me xirabtir bibe. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê. Di navbera fiyetên par û îsal de ferqek pir mezin heye. Divê li çenteyê xizana bê nihêrîn. Ka dikare çi bikire. Ên derameta wan zêde ye dikarin teserifê bikin, lê ên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin ji bo wan krîz pir giran e." 
 
'MA LI WELAT ERD MAYE?'
 
Esnaf Nerîman Işildak jî diyar kir ku her tişt sed ji sedî biha bûye û got: "Ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê em bi enflasyoneke mezin re rû bi rû ne. 52 salî me û bi salan e esnaftiyê dikim. Lê cara ewil e ku bi zorê debara xwe dikim. Qîmeta TL nemaye. Kar tune ye, di bêrîka welatiyan de pere tune ye." 
 
Işildak, anî ziman ku divê îktîdar polîtîkayên aboryê di ber çavan re derbas bike û polîtîkayên nû hilberîne û got: "Çandinî nemaye, her tişt qediyaye. Li nokê dikerim dinerim, lê dibînim ku ji Kubayê hatiye îthalkirin. Ji ber polîtîkayên çewt her tişt tê îthalkirin. Ma li welat erd û çandinî maye?" 
 
Cahît Tokatli ku di sala 2016'an de zanîngeh kuta kiriye, bilêv kir ku niha betal e û got: "Êdî mirov nikare bijî. Derûniya me serobino bûye. Bawer bikin hûn hefteyekê li cem me bimînin hûn ê ji ber vî halê me bigirîn. Tu feraseteke siyaseta îktîdarê tune ye ku temasê bi civakê re deyne. Di vê ciwnatiyê de reşbînî li me peyda bûye. Ev ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê ye. Li mala me tenê bavê min dixebite, ancax em zikê xwe têr dikin." 
 
MA / Naci Kaya