'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’

img

SÊRT – Li Sêrtê dema çinîna fistiqan dest pê kir. Jinên fistiqan berhev dikin diyar kirin ku 75 lîre yewmiye didin jinan 120 lîre yewmiye jî didin jinan û gotin: “Em ji zilaman zêdetir kar dikin, lê heman heqî nadin me. Ev neheqî nebe lê çi ye?” 

 
Li Sêrtê dema çinîna fistiqan dest pê kir. Karker serê sibê zû diçin nav darên fistiqan û heta êvarê fistiqan diçinin. Karkerên zilam ên di fistiqan berhev dikin 120 lîre yewmiye distînin û karkerên jin jî 75 lîre distînin. Karkerên fistiqan berhev dikin bal kişandin ser zoriyên dijîn û têkoşîna ji bo kedê didin. 
 
Ş.S. a ku 16 saliye û diçe lîseyê karkeriya berhevkirina fistiqan dike got karê ew dikin gelek zor e. S. diyar kir ku ji bo tav li wan nede serê çavê xwe ji tavê vedişêre û piştî fistiqan kom dikin terîsên fisitqan hildigirin û 300 mîtroyî dibin. S. da zanîn keda ew didin qezenc nakin û got: “Ez dixwazim bibim hemşîre. Xwendekar pirr li vir dixebitin. Armanca xwendekaran ew e xercaneya dibistanê ji xwe re derxin. Heke ne ji bo dibistanê û alîkariya ji bo malbatê ve mirov vî karêzor nake. Kedxwarî heye.” 
 
‘ZILAM YEWMIYEYÊ BÊTIR DISTÎNIN’ 
 
Hizna Kansu (27) a ku fistiqan berhev dike jî anî ziman ku keda karkerên jin bêtir tê kedxwarîkirin û wiha got: “Karkerên jin du qatê zilaman dixebitin û kedê didin, lê zilam du qatê me yewmiye digirin. Li gel em heman karî dikin jî rojê 75 lîre didin me. Zilam jî 120 lîre qezenc dikin. Li hin cihan zilam 150 lîreyî jî distînin. Li gel em jin ji wan bêtir dixebitin jî lê zilam ji me bêtir yewmiye distînin. Heke ku ev neheqî nebe lê çi ye?” 
 
'WEK DIN QADA XEBATÊ NÎNE’ 
 
Kansu diyar kir ku li bajêr hema bêje derfet nîne ku jin kar bibînin û wiha got: “Li vir wek din qada xebatê nîne. Yanî karek bi sîgorta û mûçeyê asgarî ku tu bistînî nîne. Heke kar hebûya em ê biçûna li wir bixebitîna. Her tim ev kar jî nîne. Karê yewmiye herî zêde 10 rojan heye.”
 
'EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN’ 
 
Xezal Çîçek a 70 salî ku neçare bi zarokên xwe re bixebite jî got ji ber ku dahata wê nîne neçarin bixebite. Çîçek destnîşan kir ku her roj di televîzyonan de li ser hev mizgîniyê didin teqeqîdan û ev yek rastiyê nade nîşandan û wiha got: “Kî dibêje rewşa extiyara baş e, derewan dike. Ez teqewît nebûme. Mesrefê malê zêde dibin. Em bi zehmetî xwe digihînin dawiya mehê. Her çiqas ez zehmetiyan bikişînin jî lê mecûr im bixebitim. Ez jî ji ferqa yewmiyeya di navbera zilam û jinan de bi gazin im. Em heqê keda xwe nastînin.” 
 
MA / Metîn Yoksu