'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’

img
AMED - Polîsan bi hinceta pankarta “Dest nede vîna min” berî du rojan bi ser Şaxên Egîtim Sen û SES ên Amedê girtibûn. Şaxên Egîtim Sen û SES’ê, diyar kirin ku xesp kirina  vîna gel, bûye polîtîkayeke bingehîn a welat û gotin: “Em feraseta ku vînê tune dihesibîne  qebûl nakin.” 
 
Şaxa Hejmara 1 a Egîtim Senê û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ên Amedê, bi armanca şermezarkirina qeyûmê tayînê cihê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli hat kirin, pankarta “Dest nede vîna min” bi avahiya xwe ve daliqandinbûn. Polîsan bi hinceta daliqandina pankartê bi ser avahiya SES û Egitîm Senê de girtin û pankarta rakirin. 
 
‘VÎNA GEL HAT XESPKIRIN’
 
Hevserokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê Abbas Şahîn, diyar kir ku bi armanca bertekên xwe nîşanî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyê Amed, Wan û Mêrdînê pankarta “Dest nede vîna me” bi avahiya xwe ve daliqandin. Şahîn, anî ziman ku ew di pêvajoyekê ku vîna gel tê xespkirin re derbas dibin û wiha axivî: “Ev jî bûye polîtîkayek bingehîn a welat. Desthilatdarî vîna gel asteng dike û naxwaze gel bi xwe rêveberiya xwe hilbijêre.” 
 
'RÛMETA ME XETA ME YA SORE’
 
Şahîn, da zanîn ku ew neçarin ku li dijî polîtîkayên qeyûm bêjin “Êdî bese” û wiha got: “Ji ber ku vîn rûmeta mirovane. Dengê ku em dayî, rûmeta me ye û rûmet me jî xeta me ya sore. Ji bo vê jî çi ji destê me were emê bikin. Kesên vîna gel xesp dikin divê ewqas ji pankartekê netirsin. Ji xwe pankarta me ne sûc bû. Pankartek meşrû bû. Dema hatin pankartê rakin, em ji wan re got, heya biryara dadgehê nebe, emê pankartê ranekin. Bi lez û bez çûn ji dozger û bi zorê biryar derxistin.”
 
'BI FERMANAN TEVDIGERIN’
 
Şahîn, dest nîşan kir ku Tirkiye ji dewleta hiqûqî derketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li welat li şûna hiqûqê bi fermana tevdigerin. Me serdegirtina polîsan, geliyê dozger kir. Di hevdîtina me  bi dozger kir re de, me dît ku dozger ne serwerê mijarê ye. Ji ber konjonkturek siyasî diyar bû ku ferman hatiye dayîn. Lê çi dibe bila bibe emê pankarta xwe bi avahiya xwe ve bikin. Emê bertekên xwe yên li dijî xespkirina vînê dewam bikin.”
 
'LI TIRKIYEYÊ FAŞÎZM HEYE’
 
Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus jî, diyar ki ku qeyûm tayînkirina ser vîna g el nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê faşîzm heye. Ev faşîzm ne tenê zirarê dide me, wê zirarê bide hemû kesan jî.” 
 
'EM FERASETA KU VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎNE NAXWAZİN'
 
Ulus, da zanîn ku qeyûm xespkirina vînê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke KESK’ê em li dijî xesp kirina vîna gelin. Li dijî vê me xwest em berteka xwe nîşan bidin. Me li dijî feraseta vîna hilbijêr qebûl nake, pankart daliqand. Em vê ferasetê qebûl nakin.”