Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin

img
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, gundiyan gihayê ku havînê ji bo heywanên xwe dirûtin, bi hatina payîzê re dikişînin gund. Berê gundiyan gihayê ku didirûtin zivistanê bi taxûkan dikişand, lê belê niha bi wesayîtan dikişînin. 
 
Li gundên Colemêrgê amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Gundiyên ku sewalvaniyê dikin, gihayê ku havînê li zozan û mêrgan ji bo heywanên xwe dirûtin, niha tînin gund. Berê gundiyan, gihayê ku didirûtin li mêrg û zonan dikin lod û paşê zivistanê bi taxûkan dikişandin gund. Lê belê niha gundî gihayên dirûtine bi wesayîtan dikişînin. 
 
ZOR Û ZEHMETΠ
 
Naîf Beyterê ku ji gundê Bayê ye, hem gihayê xwe hem jî yên xizmên xwe bi wesayîta xwe ji Herêma Şîna Bayîya dikişîne. Beyter, got: "Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Li vira tenê em sewalvaniyê dikin. Her sal van çaxan karê me, em gihayên ku me ji bo heywanên xwe dirûtiye bikişînin. Ji ber wesayîta min heye hem pê karê xwe dikim hem jî pê yê gundiyan dikim." Ji ber rê bi kend û kosp in her seferê 150 baq giha dikişînim." 
 
Feyyaz Beyter jî diyar kir ku li cihên hevraz dirûtina giha zehmet e û got: "Navê vê herêmê Şîna Bayîya ye. Em sewalvaniyê dikin û bi sewalvaniyê debara xwe dikin. Li cihên hevraz em bi tirpan û dasê giya diçînin. Gihayê ku em diçînin, heta derekê em wan bi taxûkan dikişînin. Berî şilî dest pê bike em bi wesayîtan giha dikişînin gund." 
 
Gundî gihayên dikişînin li nêzî axurên xwe dikin lod û ser wan bi brandayan digirin. Berê gundiyan gihayê didirûtin bi taxûkan ji mrêg û zozanan dikişandin. Îsmaîl Beyter, got: "Wê çaxê wesayît tune bûn. Heywanên me yên bar bikişînin pir tune bûn. Loma me gihayê ku didirût li wir dikirin lod û em li benda zivistanê diman. Zivistanê jî me bi taxûkan ew dikişandin. Wê çaxê zehmet bû. Lê em niha bi wesayîtan dikişînin, berî zivistan bê." 
 
MA / Hamza Gunduz