‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'

img

AMED – Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, bal kişand ser pêkanînên mobbîngî û derbarê mekanîzmayên ku kesên bi mobbîngê re rû bi rû dimînin û divê serî li wan bidin agahî parve kirin. Gurbuz, bilêv kir ku kesên dibêjin ew bi mobbîngê re rû bi rû dimînin divê heta dawiyê mafên xwe biparêzin. 

Di qada xebatê de ji mijarên car carina dikevin rojevê yek jê jî mobbîng e. Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Amedê Mhmet Şîrîn Gurbuz, derbarê mekanîzmayên ku divê karkerên bi mobbîngê re rû bi rû dimînin serî li wan bidin de agahî parve kirin. 
 
Gurbuz, bilêv kir ku kedkar bi rêbazên dijminane û derî ehlaqê re rû bi rû dimînin û got, sedema van pêkanînên mobbîngî ew e ku karker bên tepisandin. Gurbuz, got: "Mobbîng, êrîşeke derî ehlaqî ye û êrîşeke derûnî ye. Mobbîng, tenê ne sirgûnkirina karkeran e, çewisandin, şidette û taciz e jî. Ev pêkanîn ji bo karker îstifa bikin pêk tên." 
 
WÊ SERÎ LI KU BIDIN? 
 
Gurbuz, bilêv kir ku karkerên bi mobbîngê re rû bi rû dimînin, dikarin serî li Wezareta Polîtîkayên Xebat û Civakiyê, Dadgeha Qanûna Bingehîn, Desteya Etîkê ya Peywirdarên ceamweriyê, Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, desteyên mafên mirovan ên bajêr û navçeyan bidin. 
 
Gurbuz, destnîşan kir ku kesên dibêin ew bi mobbîngê re rû bi rû dimînin divê delîlên wan hebin û got: "Şahid, bordrodên qutkirina meaş, qeydên kamerayan, e-mail, fatûreyên dermanan, belge û mînakê kar hemû delîl in." 
 
‘DIVÊ BI PAŞ VE GAV NEYÊ AVÊTIN' 
 
Gurbuz, destnîşan kir ku xebatkar dikarin bi rêya "Alo 170" giliyê xwe bikin. 
 
Gurbuz, bilêv kir ku piraniya karkeran difikirin ku ji xwe wê kardêr neyên darizandin û ji ber vê li ber pêkanînên mobbîngê dengê xwe dernaxin û got: "Divê mafên xwe yê xebatê heta dawiyê biparzin û bi paş ve gav neavêjin. Çimkî gava gav bi paş ve bê avêtin, wê pêkanînên mobbîngê zêdetir bibin." Gurbuz, ji bo vê yekê bal kişand ser sendîkayîbûnê. 
 
‘SÛCEKÎ EDLÎ YE' 
 
Gurbuz, destnîşan kir ku mobbîng sûcekî edlî ye û ji bo vê bal kişand ser xala 105'an a Qanûna Ceza ya Tirk. 
 
Her wiha Gurbuz, bilêv kir ku ew DÎSK, tim û tim ew piştgiriyê didin xebatkarên bi mobbîngê re rû bi rû dimîn.