Îsal wê Rihayî bi fiyetek biha îsotan bixwin

img

RIHA – Li nav erdan kîloya îsota bi nav û deng a Rihayê bi lîre û nîvê ye, lê li ser dezgehan bi 5 lîreya ne. Hilberîneran, bilêv kirin ku îsal ji ber kurmik û kêzikan li baxçeyên wan xistiye berdariya îsotê kêm bûye û ji ber vê fiyetê wê îsal biha be. 

 
Îsal berdariya îsota bi nav û deng a Rihayê kêm e. Hilberîneran, bilêv kirin ku îsal kêzik û kurmikan li îsotên wan xistiye û ji bo vê wan alîkarî ji Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr xwestiye, lê midûriyetê alîkariya wan nekiriye. 
 
Par van çaxan kîloya îstê bi lîre an jî du lîreyan bû, lê îsal ji ber berdarî kêm bûye li ser dezgehan kîloya wê bi 5 lîreya ye. 
 
Cotkar Mehmet Ozcan, diyar kir ku îsal ji ber kêzik û kurmikan li îsotên wan xistiye berdarî kêm bûye û ji ber vê lêçûnên wan jî îsal zêde bûne. Ozcan, got: "Em îsotê bi fiyetê li bazaran tê firotin nafiroşin. Li bazarê kîloya îsotê bi 5 lîreya ye, lê em li nav erdan bi lîre û nîvê difiroşin. Ên zêde zorî û zehmetiyê dibîne em min. Gava ez heqê karkeran, heqê gubre û dermanan didim di dest min de tiştek namîne. Heta niha min 15 hezar lîre mesref kiriye lê hê min tenê 20 kîs îsot berhev kiriye. Hemû ancax 500 kîlo be. Bi lîre û nîvê çi dike. Diviya min 2 ton îsot berhev bikira. Niha ez xisirîme. Bi van îsotên min berhev kirine heqê karkeran jî, dernayê." 
 
‘WÊ ÎSAL RIHAYÊ MEXDÛR BIBIN' 
 
Ozcan, anî ziman ku rewşa cotkarên din jî ne kêmî ya wî ye û got, gava ew kîloya îsotê bi 3 lîreyan bifiroşin wê zirara wan nemîne. Ozcan, got: "Îsal ji ber gubre û tov kurmikan lê xist. Me derman bi kar anî lê qîm nekir. Heta tê gotin derman bi xwe jî kurmik zêde kirine. Niha me dîsa derman reşandiye. Eger kurmik nemirin û em baş berhev nekin em ê deyndar bibin. Îsal qet nebaş bû." 
 
Ozcan, diyar kir ku niha li ser dezgehan kîloya îsotê bi 5 lîreya ye û anî ziman ku sedema vê jî ji ber kêmbûna berdariyê ye û wê Rihayî îsal bi fiyetekî biha îsotan bixwin.