KESK: Rastiya enflasyonê bi raporên TUÎK'ê vedişêrin

img
ENQERE -  KESK'ê, bertek nîşanî rapora TUÎK'ê ya meha tebaxê û enflasyonê da û diyar kir ku bi daneyên TUÎK'ê rastiya aborî û enflasyona li Tirkiye bincil dikin. KESK'ê destnişan kir ku daneyên TUÎK'ê li gorî raqamên li kolan û bazarê rastiya enflasyonê nîşan nade û tu eleqeya daneyên TUÎK'ê û enflasyonê bi hev tune ye. 
 
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) rapora meha tebaxê ya daneyên enflasyonê aşkere kir. Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî rapora TUÎK'ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku TUÎK bi ve raporê rastiya enflasyonê ji gel vedişêre. Saziya Rêveber a KESK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku enflasyona rastîn bi daneyên TUİK'ê ji gel tê veşartin û wiha got: "Di du mehên dawî de rastiya enflasyonê bi zema hatiye ser şekir, çay, Xaza XWezayî, ceyran, sotemenî û rêwitiyê xwe nîşan dide. Zem li ser zemê tê. Lê TUİK di rapora tebaxê de wekî ji sedî 0,86 nîşan dide. Lê ji ta heta derziyê her tişt zem bûye. Ev yek ji zema li kolan û bazarê xwe nîşan dide. Di 2 mehên dawî de her tişt zem bûn. 
 
Mînaka 2 mehên dawî: 
 
Çay, Ceyran û Xaza Xweçzayî bi giştî ji sedî 32 zem bû. 
 
Heqê derbasîbûna piran ji sedî 47
 
Heqê buhayê çixareyê ji sedî 40
 
Pêlav ji sedî 30
 
Şekir ji sedî 16
 
Lâçûna rêwîtiya dervê welat ji sedî 333 zem bûye. Di serî de li Enqere û Stenbolê heqê rê ji sedî 30 û 50 zem bû.