Esnafên Hala Kevn: Ev lêlê ye hîn lolo maye

img
AMED - Hala Kevn a Amedê ku berê rê û rêwanî lê tune bû, niha hema bêje terkeselatî bûye. Esnafan diyar kir ku hikûmet dixwaze bi zeman xwe xelas bike û gotin: "Ev lêlê ye, hîn lolo maye." 
 
Hala Kevn a Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ye, berê rê û rêwanî lê tune bû. Lê belê niha ji ber krîza aborî hema bêje terkeselatî bûye. Esnafan diyar kir ku hikûmet dixwaze bi zeman xwe xelas bike û gotin: "Ev hîn lêlê ye, hîn lolo'ya vê maye." 
 
‘MA LI HALA KEVN HAL MAYE?' 
 
Cezayîr Sûna (35) ku tûtinê difiroşe, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve li Hala Kevn dixeite û got: "Ma li Hala Kevn hal maye. Va hûn dibînin. Halê gel li ber çava ye, pere bi kesî re nemaye. Bi bihabûan dolar re rewşa karê me xirabtir bûye. Mirov ji sibê heta êvarî li qehwexaneyan rûdinên. Ev ji ber hikûmetê wisa bûye." 
 
Mehmet Tatli ku zebze difiroşe, diyar kir ku 15 sal in vî karî dike lê belê 3 sal in nikarin debara xwe bikin. Tatli, bilêv kir ku berê rewşa karê wan baş bû û got: "Berê rewş baş bû, lê em niha nikarin îdareya xwe bikin. Kes tiştekî nakire. Berê erzanî hebû. Niha her tişt biha bûye. Ma di mehekê de çend caran zem tê kirin? Wexta mazot û benzîn biha dibe her tişt jî biha dibe. Ma wê ev heta kuderê wisa dewam bike? Êdî bes e!" 
 
'KA EM ÇI BIKIN?' 
 
Esnaf Abdûllah Demîr ku 40 sal in zexîreyan difirşe, bilêv kir ku ji ber bihabûê kes nikare bixebite û got: "Hema bêje mehê 5 ji sedî her tişt biha dibe. Ji ber rewşa gel nebaş e nikare tiştekî bikire. Mehek berê 18 kîlo rûn bi 130 lîreyî bû, niha 5 lîre biha bûye û bûye 135 lîre. Berê kîsê birincê 47 lîre bû, niha bûye 80 lîre. Ka em dikarin çi bikin?" 
 
‘EGER WISA DEWAM BIKE EM Ê BIGIRIN' 
 
Demîr, got: "Berê ev der pir qerebalxi bû, lê niha kes tune ye. Berê me bi deyn dida nas û dostan, lê em niha nikarin bidin. Li gor kêfa xwe zemê dikin. Ev du sal in bi zor û heft bela em debara xwe dikin. Kar tune ye, betalî zêe dibe. Eger wisa dewam bike em ê dikanê xwe bigirin." 
 
‘EV HÎN LÊLÊ YE, HÎN LOLO MAYE' 
 
Serhildan Kaya jî diyar kir ku hikûmet bi zeman dixwaze xwe xelas bike û ji bo rewşa aboriyê got: "Ev lêlê ye, hîn lolo maye." Esnaf Fahrî Sûna jî got: "Berê karê me baş bû, lê niha kar mar nemaye. Kincên me di dest me de mane. Krîz heye û her roj her tişt biha dibe." 
 
MA / Fethi Balaman