2 karkerên ji kar hatin avêtin li baniyê Nexweşxaneya Bajar çalakî li dar xistin

img
 
KOCAELÎ - Li Kocaeliyê 2 karkerên Nexweşxaneya Bajar a ji aliyê Şîrketa Gama Holding û Turkerler Holdingê ve înşaeta wê tê avakirin, piştî ji kar hatin avêtin, li baniyê nexweşxwaneyê çalakî li dar xistin. 
 
Li Kocaeliyê Wezareta Tenduristiyê bi destê Şîrketa Gama Holding û Turkerler Holdingê Nexweşxaneya Bajar dide avakirin. Karkerên ku di înşaeta Nexweşxaneya Bajar de dixebitin piştî ji aliyê şîrketên Hondingan ve hatin dûrxistin, li dijî dûrxistina kar li qadê banî yê înşaetê dest bi çalakiyê kirin. Niha karker derketine ser baniyê înşaetê û çalakiya xwe berdewam dikin.