Îsota Rihayê û cihê wê yê di bazara cîhanê de

img

RIHA – Li Rihayê îsotvan, ji ber îsotên wan ên di cîhanê de bûne marqa, di bazara cîhanê de qîmeta wan tune bêzar in. 

Îsota bi nav û deng a Rihayê, heta li ser dezgeha tê bicihkirin di gelek merheleyan re derbas dibe. Piştî şîn tên û tam sor dibin, li deverên vala tên raxistin. Ji îsotvanan Îbrahîm bayir (37), behsa çêkirina îsota bi nav û deng kir. Bayir, bilêv kir ku îsota herî baş ji îsota xwecihî tê çêkirin. Bayir, anî ziman ku piştî ew îsotê ji nav baxçe jê dikin jin wan paqij dikin û piştî paqijkirin wan davêjin makîneyê û paşê tovên wan dineqînin. Bayir, got: "Li ber tavê di konan de tên raxistin. Piştî konan em wan hişk dikin. Piştî diçilmisin em du rojan didin sekinandin. Paşê em li gor xwestekê; çi sor, çi reş, çi mor hişk dikin. Paşê em wna li makîneyê dixin û li girbêjê dixin. Piştî em di embaran de wan rûn dikin difiroşin." Bayir, got par wan îsotê bi lîre û 80 qurişî dikir, lê îsal ew bi 2 lîreyan dikirin.
 
Halîl Karakûrt ku li Taxa Haşimiyeyê îsotê difiroşe, bilêv kir ku îsota bi destan tê çêkirin dema tê xwarin tahma wê tûjiyeke şirîn e, lê belê dema mirov a di fabrîkayand e tê çêkirin dixwe tujiya wê baş hîs dike û mirovan nerihet dike. Karakûrt got: "Li gor a fabrîkayan cuda ye. Di a fabrîkayand e rûnê erzan tê bikaranîn û tovê wê jî di nav de ye. Tu bikî nekî ev jî etsîrê li madeya mirov dike. Lê tahma ya malê tûjiyeke şirîn e." Karakûrt, da zanîn ku kîloya îsota malê 30-4 lîre ye û ya fabrîkayan jî 10-15 lîre ye. Karakûrt, bilêv kir ku ew îsota çêdikin bi kargoyê dişînin her deverê Tirkiyeyê. 
 
Esnaf Coşkûn Aydede jî, diyar kir ku îsota Rihayê ji îsotên dolmeyan tên çêkirin, lê belê ya fabrîkayan ji îsotên zirav tên çêkirin û got: "Hem tahma wan hem jî çêja wan cuda ye." 
 
DI BAZARA CÎHANÊD E CIHÊ ÎSOTA RIHAYÊ NEBAŞ E 
 
Lê belê karneya vê îsota bi nav deng li bazara cîhanê nebaş e. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), Tirkiye bi giştî 3-3.5 milyon dolar îsotê îxrac dike û ji van bajaran Îzmîr bi 1.3 milyon dolarî îxrac dike. Paşê Mereş û Dîlok tê. Riha jî bi 80 hezar dolarî îxrac dike. 
 
MA / Bariş Polat