Şaredariya Qereyaziyê ji bo xwendekaran tirşiyê çêdike

img

ERZIROM - Şaredariya Qereyaziyê, li bi tovên xwecihî 10 donim erd zebze çandibû. Zebzebên hatin çandin ber girtin û niha tên berhevkirin. Wê bi van zebzeban tirşiyê çêkin û dahata tirşiyan li xwendekaran bê belavkirin. 

Şaredariya Qereyaziyê ya HDP'î, ji bo kooperatîfa çandiniyê ku dê sala bê were avakirin îsal 10 donim zebze çand. Şaredariyê ecûr, xiyar, fasûle çandin. Niha jî dest bi berhevkirina zebzeyên çandibûn kirin. Hevşaredar Melîke Goksû û Bûrhanettîn Şahîn jî di nav de gelek xebatkarên şaredariyê û welatî karê berhevkariyê dikin. Zebzebên tên berhevkirin dê bikin tirşî û paşê bên firotin. 
 
Hevşaredar Melîke Goksû, diyar kir ku ew ê dahata tirşiyê li xwendekaran belav bikin. Goksû, bilêv kir ku wan navê Berf-Za li tirşiya ku çêdikin kiriye. Hevşaredar Bûrhanettîn Şahîn jî destnîşan kir ku ew vê vê çandiniyê organîk dixwazin sala bê kooperatîfeke çandinê ava bikin û got: "Îsal me li gundê Qetkayê dest pê kir û nêzî 8 ton ber bi dest me ket. Em ê hinek berên îsal bi dest ketine ji bo kooperatîfa ku em ê lis er 100 donim erdî ava bikin wekî tiv hilînin."