Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir

img
COLEMÊRG - Zehra Kanat, bi hêviya bibe xwedî kar û bar zanîngeha kuta kir. Lê piştî zanîngeh kuta kir dîsa betal ma. Piştî krşza aborî kûrtir bû vê carê berê xwe da gund û dest bi çandiniyê kir. Kanat, bilêv kir ku ji ber çandiniyê dike kêfxweş e. 
 
Zehra Kanat, bi hêviya bibe xwedî kar û bar li Zanîngeha Colemêrgê beşa Hesabgêriyê xwend, lê piştî zanîngeha kuta kir kar bi dest wê neket û li bajêr dikana donerê vekir. 4 salan dikana donerê bi rê ve bir, lê belê ji ber krîza aborî hew karê bû vî karî bike û dikana xwe firot û li dikana xwe ya firot xebitî. Piştî heqê distend têra wê nekir berê xwe da gundê xwe Qewalê. 
 
Piştî Kanat li gund bi cih bû dest bi çandiniya zebze kir. Kanat, anî ziman ku biharê li çiyê nebatan berhev dike û difiroşe û got: "Min beşa hesabgêriyê kuta kir. Ji bo bibim xwedî kar min xwend. Ji bo kar min serî li gelek şîrketên taybet dan. Lê mixabin dîsa jî kar bi dest min neket. Vê carê min hewl da bazirganiyê bikim. Li bajêr min dikanek vekir, lê ji ber krîza aborî mecbûr mam dev jê berdim. Piştî min dikan firot li cem xwediyê wê yê nû xebitîm. Lê tiştê bi dest min diket têra min nedikir, loma min berê xwe da gund." 
 
Kanat, got: "Li vira em hildiberînin. Lêçûnên me kêm in. Îsal me zebze, xiyar, petat, fasûle û gelek tiştên din çand. Her wiha em biharê jî em diçin li çiyê pincarê berhev dikin û difiroşin."
 
Herî dawî Kanat, diyar kir ku tenê dewlet deriyekî nîşanî wan dide ew jî ÎŞKÛR e û got: "Bila kes hêviya xwe bi ÎŞKÛR' girênede. Em jiyaneke bêyî zext ûz orî dixwazin. Em doza jiyaneke azad dikin." 
 
MA / Hamza Gunduz