Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê

img

ENQERE - Heyetek ku ji serokên KESK, DİSK, TMMOB û TTB’ê pêk tê, dê di 27'ê Tebaxê bê Amedê û serdana Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bike.

Heyetek ku ji Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Serokê Konseya Navendî ya Yekitiye Bijîjkên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman û Serokê Lîjneya Rêveberiyê yê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Emîn Korkmaz pêk tê, biryar da ku biçe Amedê. 
 
Heyeta ku bê Amedê dê serdana Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bike û piştî serdanê daxuyaniyek bide.