Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê mêşvanan dest bi derxistina hingiv kir. Mêşvan, li gor par îsal li benda bereke baştir in û her wiha li hemberî hirçn jî ji bo "parastinê" rê û rêbazên balkêş bi kar tînin. 

Li gundên Colemêrgê mêşvanan dest bi derxistina hingiv kir. Her wiha gundî li hemberî hirçên çav berdidin hingivê wan jî ji bo "parastinê" rê û rêbazên balkêş bi kar tînin. Mêşvan, diyar dikin ku li gor par wê îsal bera hingiv baştir be. 
 
Ayhan Beyter ku li herêma Werkûk ê gundê Bayê mêşvaniyê dike, got: "Kulîlkên îsal baş in. Ji ber ziwabûnê û sermaya bi şev nexasim nebatên wekî Geven û Tûsî pir kulîlk dan. Ji ber ku mêş jî pir ji van kûlîlkan hez dikin, bi kêrî me jî tê. Berê xwedîkirina mêşan zehmet bû. Lê em ê îsal zirara salên borî jî derxînin." 
 
'BI HER AWAYÎ XWEZAYÎ YE' 
 
Beyter, bilêv kir ku 150 kewarên wî yên mêşan hene û got: "Berê bav û kalên me mêş di xilêfan de xwedî dikirin. Li Colemêrgê em ji hingivê tê çêkirin re dibêjin hingivê xilêf. Çimkî mêşên têkevin nav kewaran kes nikare mudaxileyî wan bike. Mêşên di van kewaran de her tiştê xwe bi xwe dikin. Bi rastî jî em hingivê xilêfî çêdikin. Em tu tiştî nadin mêşan. Jixwe qalîteya hingivê herêmê jî ji ber vê ye." 
 
HIRÇ DIXWAZIN BIBIN ŞIRÎKÊ DEBRÊ 
 
Beyter, diyar kir tenê tirsa mêşvanan hirç in û got: "Tişta em ji hirçan dikişînin ji tu tiştî nakişînin. Hirç êrîşî kewarên me yî mêşan dikin. Helbet ev der qada hirça ye, lê divê em jî mêşên xwe biparêzin. Qethiyen em hirça nakujin. Gelek kes ji me bi şev nobeta kewaran digire, lê yek ji van rêbazan jî ne rêbazeke mayînde ye. Par min bi navê 'qewirandina hirçan' makîneyek bi cih kir. Ev makîne car caran dengê teqînê derdixîne. Lê mixabin piştî wextekî hirç jî hoyî vî dengî dibin û natirsin. Lê îsal min bi enerjiya tavê û bataryayeke akuyî çepereke bi ceryan çêkir. Ev çeper û çît zirarê nadin mirovan û bi du awayan dixebite. Ev pergal biroj naxebite, lê wexta dibe êvar dikeve dewr. Hem bi ronahiyê hem jî bi nerejiyê dikeve dewrê. Ji bo zirar negihê mirovan li ser têlan me nivîsandiye. Dema hirç temasî van têlan dike ji bo demeke kurt tesîrê lê dike û vedikişe. Piştî me ev pergal ava kir êdî zirar naghê mêşên me." 
 
Beyter, anî ziman ku bi salan e ki bajêr li dikana xwe hingiv firotiye, lê belê piştî wextekê ji bo patentê serî li cihê eleqedar daye û got: "Bi salan e me mêşvanî dikir lê ne markayek me ne jî pantenteke me hebû. Ji bo vê em tevgeriyan û me markeya xwe afirand. Niha jî em hewl didin em hingiv ji hevalên xwe bikirin û karê xwe mezintir bikin." Beyter, diyar kir kîloya hingivê xilêfî bi 150-200 lîreyî ye û ya hingivê helandî jî 80-100 lîre ye. 
 
Omer Ozdemîr ku nêzî 50 kewarên wî yên mêşa hene jî, diyar kir ku mêşvanî karekî pir xweş e û got: "Bi salan min karê selihandina amûrên elektronîk kir, lê tim stres bû. Bi saya hevalên xwe min 50 kewarên mêşa kirî û du sal in vî karî dikim. Hema bêje her roj têm vira û nizanim wext çawa derbas dibe. Êvarî wexta vedigerim malê pir rihet im û aram im." 
 
MA / Hamza Gunduz