Dikandarên Antalya: Hatina tûrîstan ma çi ji me re ye!

img

ANTALYA - Dikandarên Antalyayê kesên dibêjin “Tûrîzm pir zêdeye” rexne kirin û gotin: “Tûrîst ji otelan dernakevin derve. Ger turîzm dernekevin û li dikandaran negerin, wê esnaf tune bibe.”

 
Ligel gotinên desthilatdariya siyasî yên dibêjin sektora tûrîzmê pir başe bû ye, dikandar xwîn digirin û ji ber kar nekirinê bi gazincin. Li gorî danayên Amîrtiya Îdarî ya Mulk a Balafirtehê ya Walitiya Antalyayê, di 4 mehên 2016’an de 834 hezar û 517, di sala 2017’an de 855 hezar û 23, di sala 2018’an 1 mîlyon 148 hezar û 564 û di 7 mehên dest pê yên 2019’an de jî 7 mîlyon 995 hezar û 938 tûrist hatin Antalya. Her çiqasê jimarên tûrîstan zêde bidin xuya kirin jî, li gorî dikandarên bajêr, tûrîstn ji otelan dernakevin. 
 
OTEL TIJENE LÊ  ÇI FAYDE
 
Li Alanyayê otelên pênc stêrk dijene. Piraniya tûrîstan Kemer û Manavgatê tercîh dikin û herî zêde bi navbeynkariya ajênta tên Alanyayê. Piraniya tûristan ligel ku her tişt biha bûye jî, “paketên her tişt mudaxil” tercîh dikin. Ligel ku otel tijene jî, turîst dernakevin derve. Li nava otelan kirîn û firotinê dikin. 
 
Dikandarên qadên turîstan, diyar kir ku îsal hejmara turîstan zêde bûye û gotin: “Turîst herî zêde ji Rûsya û Rojhilata Navîn tên Antalyayê. Li gorî sala çûyî, cîroya wan ji sedî 30 daketiye.”
 
OTELÊN LUKS DIKANDARAN DIDE ZORÊ 
 
Abdurrahman Yolcu yê 30 salin dikandariya turîzmê dike, anî ziman ku di sala 1088’an de, pêkanîna otela luks kirin pratîkê û wiha axivî: “Ji bo rewşa dikandaran baş bibe divê ev pêkanîna otelên luks ji holê bê rakirin. Ji ber xemsariya desthilatdariyê, krîza turîzmê tê jiyîn. Ji desthilatdariya siyasî  re ne xemek ku turîstan çawan bînin welat û bala wan bikişînin ser welat.”
 
DIKANDARÎ BER QEDANDINÊ YE
 
Yolcû, kesên dibêjin “Tûrîzm pir zêdeye” rexne kir û û wiha bilev kir: “Gelo bandora vê li ser dikandaran heye? Cîroya me ji sedî 35-40 daketiye. Li Kemerê, zabita, cendirme û rayedarên polîsan tim dikandaran kontrol dikin û ceza li wan dibirin. Desthilatdariya siyasî ji bo qada turîzmê û dikandaran tu gavên şênber na avêje. Ger gav neyin avêtin wê dikandarî bi qede.” 
 
MA / Hamdullah Kesen