Komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmet e

img
MÊRSÎN - Hêjîra bi strî (fekiya kaktus) ku yek ji fêkiyên herî xweş ên mehên havînê ye, cihê xwe li ser dezgehan girtin. Firoşkarên hêjîrê, diyar kirin ku komkirina wê jî û firotina wê jî karekê pir zehmet e. 
 
Hêjîra strî (fekiya kaktus) ku li herêma Akdenîzê çêdibe û yek ji fêkiyên herî xweş ên mehên havînê ye cihê xwe di dezgehan de girtin. Hêjîra ku vîtamîna wê ya C pir zêdeye û ji bo pergala hezmê pir başe, ji aliyê welatiyên Mêrsînê yek ji fêkiyên herî zêde tê xwarine. Komkirina hêjîra strî pir zehmete û di dema komkirinê heya firotinê gelek birînan di canê mirovan de vedike. Hasan Keskîn ê nêzî 30 salane li kolanên Mêrsînê hêjîrên strî difiroşe û debara xwe pê dike, diyar kir ku komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmete.  
 
DI BERBANGA SIBÊ DE KOM DIKIN
 
Keskîn, anî ziman ku ji bo komkirina hêjîran saetên diyar û kincên wê hene û wiha axivî: “Ji bo komkirina hêjîran em kincên taybet li xwe dikin. Di saetên serê sibê de berî ku roj derbikeve em dest bi komkirina hêjîran dikin. Di dema germê de striyên hêjîran hişk dibin û di bayek herî biçûk de jî hemû striyên wê di canê mirovan re diçe. Dîsa em lepikên plastîk dixin destên xwe. Herî zêde em sê saetan dikarin kom bikin. Rojê ez 7 kase hêjîr kom dikin.”
 
FIROTINA WÊ KÊMÊ
 
Keskîn ê hêjîra strî weke “fêkiya derman” bi nav dike, da zanîn ku  hêjîra strî ji bo pergala hezmê pir başe û wiha got: “Rûviyan baş dike. Vîtamîna wê ya C pir zêdeye. Firotina hêjîran pir kême. Sala çûyî em bi 1 TL’an difirot. Me got em îro bikin 1,5 TL, lê nehat firotin. Ji ber ku me got dibe ku gel mirovan pere tune be, me dîsan fiyetê wê kir 1 TL. Niha karê me başe. Ji xwe heya dawiya mehê ev demsal jî wê bi dawî bibe.”
 
MA / Ergin Çaglar