Karkerên paşve vegeriyan ser karê xwe ji bo mafê xwe dê serî li Şûrayê Dewletê bidin

img
MÊRSÎN - Li Şaredariya Akdenîzê, 20 kesên karê wan hat îadekirin, ji ber ku maeşê wan ê demê derbasbûyî yê mafê wan bû nehatin dayîn, wê serê li Şûrayê Dewletê bibin. Serokê Şaxa Giştî-Kar Kemal Gursoy, diyar kir ku heya bêhiqûqî û nêzîkatiyên keyfî ji holê bên rakirin ewê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Li Şaredariya Akdenîzê ya ku AKP bi rêve dibe, bi hinceta lêpirsîna “Ewlekariyê” 20 karker ji kar derxistibûn. 20 karkeran serî li dadgeha herêmî dan û ligel ku doza îadekirina kar qezenc kirin jî, şaredariyê serî li dadgehek bilindtir da û çav berdan maeşê karkeran. Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Konyayê îadekirina karê karkeran qebûl kir, lê biryara ku maeşê karkeran ji bo şaredariyê bê îadekirin da. Karkeran li ser vê biryara serî li Şûraya Dewletê dan.  
 
KARKER MEXDÛR KIRIN 
 
Serokê Şaxa Sendîkayên Karkeran a Xizmeta Giştî (Genel-Îş) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kemal Goksoy, diyar kir ku 20 karkerên bi hinceta lêpirsîna “Ewlekariyê” yên ji kar hatin derxistin, ligel di doza hat vekirin de qezenc kirin û karê wan paşv hat dayîn jî, hatin mexdûtkirin. 
Goksoy, anî ziman ku ji ber Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de û lêpirsîna “Ewlekariyê”, li tevahiya welat 5 hezar endamên wan ji kar hatin avêtin û wiha axivî: “Şaredariya Akdenîzê ya AKP bi rêve dibe çavê xwe berdaye maeşê 20 karkerên karê wan paşve hat dayîn. Li şaredariya Akdenîzê nêzî 300 xebatkar ji ber lêpîrsîna ‘Ewlekariyê’ ji kar hatin avêtin. Piraniya wan bi pêkanînên keyfî hatin îxraçkirin û ji kar hatin avêtin. Hêdî hêdî ev karker vedigerin ser karên xwe. Me ev bêhiqîqî tim anî ziman. Îro dadgeh jî dibêjin biryara derbarê karkeran de hatiye  dayîn şaşe. Ji ber vê karkerên me paşve vedigerin ser karên xwe.”  
 
ÇAV BERDAN PEREYÊN KARKERAN
 
Goksoy, da zanîn ku şaredariya Akdenîz çav berdaye pereyê karkeran û wiha got: “Dadgeha herêmî biryar da ku karker rastî bêmafiyê hatine. Madem ku paşve girtin kar, wê demê hemû mafê karkeren bidinê. Ger hûnê hemû mafê wan nedin wan, wê demê çima hûn digirin kar? Ev yek nîşan dide ku bêhiqûqî dewam dike. Emê vê pêvajoyê bişopînin û vê biryara bibin Şûraya Dewletê. Şeredariya Akdenîz rast rast ji karkeran pere kom kir jî. Şaredarî jî bêhiqûqiyê dike. Gelo çima benda Şûraya Dewletê namînin? Di rewşa heyî de karker hîna jî tên mexdûrkirin. Ligel hemû bêhiqûqiyan jî emê li benda biryara Şûraya Dewletê bin.”
 
MA / Ergîn Çaglar