Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan

img
STENBOL – Şaxên SES’ê yên Stenbolê girtina xebatkarên tenduristiyê yên li Cizîrê şermezar kirin û xwestin xebatkar bên berdan. 
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) yên Stenbolê girtina 4 xebatkarên tenduristiyê yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya zarokek di serdema qedexeya derketina derve de derman kirin û hatin girtin şermezar kir. SES’ê civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya li Taksîma Stenbolê li dar xist. Kedkarên tenduristiyê beşdarî civînê bûn û bi pankartê vekirin xwestin hempîşeyên wan bên berdan. 
 
‘HEVALÊN ME BERDIN’ 
 
Rêvebera Şaxa SES’ê ya Navçeya Şîşliya Stenbolê Handan Misiroglu Arik daxuyanî da û got girtina xebatkarên tenduristiyê hem li dijî hiqûqa destûra bingehîne û hem jî li dijî hiqûqa navnetewî ye. Arik got hevalên wan kedkar li gorî hiqûqa gerdûnî û berpirsiyariya pîşeyî karê xwe kirine û xwest hevalên wan demildest bên bedan. 
 
ÎXRACKIRINA ORUÇ ŞERMEZAR KIRIN
 
Arik bi bîr xist ku Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Recep Oruç ji wezîfeyê îxrac kirine û got ew biryara îxrackirina Oruç şermezar dikin.