Pirsîn heye, lê kirîn tune ye

img
AMED - Îsal beriya Cejna Kurbanê ji ber krîza aborî welatî nikarin pêdiviyên cejnê bistînin. Esnafên ku dixwestin di cejnê de alav û amûrê cejnê bifiroşin jî hêviya wan pêk nehat. Her çend cejn nêzîk bû jî, gelatiyên derdikevin bazarê gelek tişt dipirsin, lê krîn û firotin tune ye. Esnafan diyar kirin ku wan tişta ji Cejna Kurbanê hêvî dikir nedîtin û li gel 2 roj ji cejnê re maye jî rojê tenê 3-4 perçe difiroşin. 
 
Ji Cejna Kurbanê re 2 roj man. Li Tirkiye ji ber krîza aborî îsal kirîn û firotin gelek kêm e. Li her bajarê Tirkiye welatî ji buhabûnê bi gazinc in. Esnaf jî ji ber malê wan nayê firotin bi gazinc in. Li gel 2 roj ji Cejna Kurbanê re ma jî esnafan hêj malê di destê xwe de nefirotine. Esnafên li Amedê jî diyar kirin ku tişta wan beriya Cejna Kurbanê hêvdî dikirin nedîtin. Li Navçeya Sûrê ya Amedê ku ji sedî 70 hatiye xerakirin, esnaf bi gazinc  in. Her çend gelek welatî diçin pêdiviyên cejnê bipirsin jî ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe bistînin û destvala vedigerin. Li bazarên li Kolana Sakarya ya navçeya Rezan, li Bazara Semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê jî girseya ku derdikevin bazarê pir zêre ne, lê li gorî girseyê firotin tune ye. Welatiyên derdikevin bazarê dipirsin, lê nagirin. Beriya Cejna Kurbanê li Bazarên semtan û li ser peyarêyên kolanan esnafan pêdiviyên ji bo cejnê li ser dezgehan rêz kirine û ji sibê heta êvari hewl didin bifiroşin, Li gel esnaf di rojên beriya cejnê de hewl didin bi şev û roj bifiroşin jî kiryar tune ye. 
 
Bi sedan esnafan li ser peyareyên Semta Ofisê ya Kolana Ekîncîler ya Amedê dezgehên xwe danîne, lê malê wan di destê wan de dimîne. Li ser her dezehekê 2 kes hewl didin aılav û amûrê di destê xwe de bifiroşin, lê rojê 3-4 perçe dikarin bifiroşin. 
 
Esnafê dezgehê cil û bergan danîye Sîdar Tan, diyar kir ku îsal ew ji krîn û firotinê ne kêfxweş in û wiha got: "Em ji sibê heta şevê li vir bang dikin. Gelek kes tên dipirsin. lê kesên dikirin tune ye. Coş, kelecan û tama cejnên berê tune ye. Ji ber krîza aborî kes naxwaze tiştekî bikirin. Ji sibê heta êvarî tenê min 4 tişort firotin. Heba wan bi 15 TL difiroşim. Ez çiqas kar bikim jî têra mesrefa roja min nake. Pakêta çigarê bi 20 TL ye, lê tîşort 15 TL ye. 
 
NE LI SÛRÊ NE LI OFÎSÊ NAYÊ FIROTIN
 
Esnafê Sûrê Mehmet Aslan jî anî ziman ku wan beriya cejnê dikana xwe ya li Sûrê girtin û li Ofîsê dezgeh vekirine û wiha got: "Em esnafên Çarşiya Şewitî ne. Me dikana xwe girt û em hatin vir. Lê ne li wir tê firotin û ne jî li vir tê firotin. Kes wekî berê nakire. Her kes diçe bi kartên Kredî ji Navendên Kar dikirin. Ji esnafên Sûrê re kar nema ye. 2 rojin em 4 kes li vir in. Me heta niha tenê 4 pêlav firotin e. " 
 
Esnaf Mehmet Bilmez jî anî ziman ku 2 roj ji cejnê re man, lê kar tune û got: "Di bêrika mirovan de pere tune. Niha muterî tune ye. Zem li ser zemê heye. lê firotin tune ye. Ger ku wisa bidome esnaf wê dikarên xwe bigirin." 
 
Esnaf Huseyin Sevim jî alav û amûrên xwe ji dikara Sûrê anîn û difiroşe. Sevîm jî anî ziman ku ji ber li cem kesî pere tune kes tiştekî nakire û got: "Aborî têk çûye. Em niha malê di destê xwe de yê me bi 10 tl kirî ye, em bi 8 tl difiroşin. Ji bo em bifiroşin em zerar dikin. Serokomar 70-80 hezar tl, zavayê wî 50-60 hezar tl meaş distîne. Yên li meclisê 20 hezar tl distînin. Lê ev gel birçî ye. 
 
MA / Aydın Atay