‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’

img
MÊRSÎN – Yên li Mêrsînê ku qurbanên xwe derxistin ber firotanê gotin ji ber sewal bihane kes nakire û gotin: “Yên bihayê sewalan hîn dibin direvin diçin.” 
 
Li Mêrsînê yên sewalan xwedî dikin û sewalên qurbanê derxistine ber firotanê negihîştin hêviya wan daxwaz dikir. Yên li Qada Newrozê ya Tirmila li navçeya Akdenîza Mêrsînê qurbanan difiroşin gotin ji ber krîza aborî û lêçûyînên sewalan bihabûnê bi xwe re aniye û kes nikare sewalan bikire. 
 
Ji firoşkarê qurbanan Hayrettîn Çoban da zanîn ku kesên tên qurbanan dikirin nizanin ku ew çi dikişînin û tişta wan hêvî dikir bi dest nexistine û zirarê dikin. Çoban diyar kir ku kesên diçin qurbanan dikirin dema bihayê hîn dibin li pey xwe nafetilin û direvin diçin. 
 
‘DIXWAZIN EM BI ERZANÎ BIFIROŞ IN’ 
 
Husnu Tamuçu yê ji Wanê qurbanan biriye jî got sala par wî 150 sewal biribû lê îsal 75 sewal biriye û ji ber lêçûyînên sewalan îsal jî biha bûn. Tamuçu da zanîn ku heta niha wî 10 heb sewal firotiye û kesên tên qurbanan dikirin ji wan bihayek bi erzan dixwazin ku bistînin. Tamuçu got heke ew bi bihayê mişterî dixwazin sewalan bifiroşin dê zirarek mezin bikin û heke ew sewalên xwe nefiroşe dê dîsa bibe Wanê. 
 
‘LI KURDISTANÊ SEWALKARÎ QEDIYAYE’
 
Kemal Karakurt jî destnîşan kir ku li Kurdistanê sewalkarî hatiye qedandin û got: “Sewal biha bûne. Pere bi mirovan re nîne û dema pere tune be kes nikare qurbanan bikire. Min 200 sewal aniye bazarê. Ez nizanim dê biqedin an jî na. Em tiştekî qezenc nakin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar