Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir

img
RIHA – Bihabûna mazot, gubre û derman tesîrê li ser birince Qerejdaxê jî dike. Cotkaran got: “Heke wisa bidome em ê dest ji çandiniya birinc berdin.” 
 
Krîza aborî li ser her qada jiyanê tesîra neyînî dike. Krîza aborî tesîrek neyînî li ser birincê Qerejdaxê jî kir. Cotkarên birinc li herêma Qerejdaxê ya Siwêrega Rihayê çandine diyar kirin ku ji ber bihabûna mazot, gubre û derman zirar dikin. Mahmut Sariçîçek ê cotkariyê dike da zanîn ku mesrefên zêde tesîrek neyînî li ser wan dike û heke zem wiha dewam bikin dê dest jî çandiniyê berdin. 
 
COTKAR BI ERZANÎ DIFIROŞE 
 
Sariçîçek anî ziman ku her sala ku diçe rewşa wan nebaş dibe û got: “Em xweziya xwe bi sala par tînin. Heke rewş wisa bidome em ê dest ji vî karê çandiniyê berdin. Wê kes nikaribe vî karî bike. Dawiya salê ne diyare ka wê kara me bibe an jî na. Mesrefên me zêde dibin. Berê me kîsek gubre bi 50 lîreyî dikirî. Niha bihayê kîsek gubreyê bûye 190 lîre. Îsal pir xerabe. Ez wisa bawerim sala were em ê ji îsal re şikir bikin û bêjin başe. Sê çar sal berê baştir bû. Em kîlo bi 4 lîreyî difiroşin. Dema ji fabrîkayê derdikeve biha dibe. Tiştek nakeve destê me. Însan bi zorê debara xwe dikin.” 
 
‘TIŞTEK JI ME RE NAMÎNE’ 
 
Welat Sariçîçek ê bi birayê xwe Mahmut re birinc daniye jî wiha got: “Ji bo birinc têbigihîjê em 5 meh disekinin. Bav û kalên me vî karî dikirin. Me 4 ton çandiye. Me 80 hezar lîre lê mesref kiriye. Berê dema me 4 ton diçand, 15 hezar lîre mesref lê diçû. Dema mesref zêde dibe, em kar nakin. Bihayê tovê birinc bûye 5 lîre. Dema em mazot, derman û gubreyê datînin ser van mesrefan tiştek ji me re namîne.” 
 
‘HEMÛ BELA BIRINC DIBÎNIN’ 
 
Mehmet Firat Ay ê cotkariya birinc dike jî got: “Ev 10 sal in ez birinc tov dikim. Em 5-6 mehan têdikoşin. Lê keda me dernakeve. Mesref gelek biha bûye. Gubre, derman û mazot li ser me dibe mesrefek giran. Carnan eme qet qezenc nakin. Zîpik û hemû firtûne li birinc dide. 40 belayên çandiniya birinc hene. Dema ev jî bi serê me de tên em zirarek mezin dikin.”