Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e

img
STENBOL – Besîvanên li Alîbeykoya Stenbolê qurbanan difiroşin diyar kirin ku ew nikarin qurbanan bifiroşin û zirar dikin. Esnafên li Sûka Misirê jî gotin ku karê wan nabe. 
 
Li Stenbolê rewşa besîvanên qurbanan difiroşin û esnafên li Suka Misirê ya li Emînonuyê nebaş e. Esnaf û besîvan ji firotinê bi gazin in. Besîvanên li qada şerjêkirina sewalan a li Alîbeykoya Stenbolê gotin ew nikarin sewalên xwe bifiroşin. Esnafên Sûka Misirê jî gotin firotina li gorî salên berê ketiye. 
 
‘ÎSAL REWŞ PIRR XERAB E’ 
 
Şevket Meral ê ji navçeya Kelkît a Gumuşhaneyê qurbanan bir Stenbolê da zanîn ku firotina qurbanan gelek xerabe û sala herî nebaş îsal e. Meral polîtîkaya hikumetê ya çandiniyê û sewalkariyê rexne kir û got: “Hikumetê çandiniyê û sewalkariyê qedandiye.” 
 
DI DESTÊ WAN DE DIMÎNIN 
 
Fatîh Firat Nogayogullari yê ji Kayseriyê qurbanan biriye li Stenbolê difiroşe jî destnîşan kir ku qurban li her deverê tên şerjêkirin û ev yek jî zirarê dide tenduristiya mirovan. Nogayogullari jî got ew nikarin sewalan bifiroşin û di destê wan de dimînin. 
 
‘NÎV KÎLO DIKIRIN’ 
 
Esnafê Sûka Misirê ya Emînonuyê Goksal Buyuktanir jî da zanîn ku krîza aborî bandora xwe li ser her kesî kiriye û got: “Li gorî salên berê halê sûkê nebaşe. Kes nikare tiştekî bikire. Welatî êdî di şûna ku kîloyek şekir an jî tiştek din bikire, daxistiye nîv kîloyê û hindik dikirin. Belê raste qerebalix heye lê kes tiştekî nikare bikire û bêyî tiştekî bikirin vedigerin malê xwe.” 
 
‘FIROTIN DAKETIYE NÎVÎ’ 
 
Sevîl Yilmaz jî li Sûka Misirê esnafiyê dike. Yilmaz jî anî ziman ku kes nikare tiştekî bikire û firotina hilberînên wan daketiye nîvî. Yilmaz got êdî kes nikare wek cejnên berê li gorî dilê xwe tiştekî bikire. 
 
‘EM DEST VALA VEDIGERIN’ 
 
Nevîn Alan a derket danûsitandina cejnê jî diyar kir ku ji ber krîza aborî her tişt biha bûye û got: “Ji ber krîza aborî em nikarin tiştekî bikirin. Taqeta me ya kirînê jî ketiye. Em tên berê xwe didin sûkê û vala vedigerin malê.”