'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’

img
WAN - Rêxistinên mafên mirov û tenduristiyê yê li Wanê, bertek nîşanî girtina 3 kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê dan û gotin: “Hinceta ku weke sûd didin nîşandan, erka me ya serekeye.” 
 
Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa SES’ê ya Wanê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di civîna çapemeniyê ya lidar xistin de, bertek nîşanî girtina Dr. Nesîm S. hemşîrê Şahîn E. Abdullah K. û  Ahmet T. ên li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn binçavkirin dan. Civîna çapemeniyê li Odeya Bijîjkên Wan-Colemêrgê hat lidarxistin û xebatkarên tenduristiyê beşdarî civînê bûn. Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, di civînê de axivî û wiha got: “Bi hincetên vale erkdarên tenduristiyê bi rehetî digirin û binçav dikin.”
 
‘EM Ê ERKA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Deger, da zanîn ku Hinceta weke sûc didin nîşandan, erka wan a serekeye û wiha bilêv kir: “Em erka xwe ya pişeyî bi cih tînin. Ji ber berpirsiyartiya xwe ya pişeyî, erk û pîvanên exlaqî, emê li her derê, di bin her şert û mercande û li gorî pêdiviyên hemû kesan xizmeta xwe bi awayekê serbixwe bikin. Hevalên me tenê karê xwe kirine û ji ber vê hatin girtin. Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan.”