Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin

img
WAN – Li Wanê di salên bihûrî de li kolanên bajêr kelecana Cejna Qurbanê hebû. Çend roj ji cejnê re ma lê şênbûna berê nîne. Welatî dibêjin ji ber ku her tişt biha bûye ew nikarin tiştekî bikirin. 
 
Li Wanê coş, kelecan û şênbûna Cejnên Qurbanê yên berê nîne. Di salên bihûrî de hêj heftiyek ji cejnê re dima kes nikaribû ji qelebalixiyê û kêfxweşiya cejnê li kolanên Wanê bimeşe. Lê niha ev kolan bêdeng in û çûnehata welatiyan kêm e. Kes li derdora dezgehên hatine vekirin nîne û her dever di nava xemgîniyekê de ye. Welatî ji ber bihabûnê û esnaf jî ji ber nikarin tiştek bifiroşin bi gazin in. Welatî dibêjin her çiqas 4 roj ji cejnê re mabe jî ji ber krîza aborî nikarin tiştekî bikirin û pêdiviyên xwe bingehîn pêk bînin û danûsitandina cejnê êdî ketiye astek luksê. 
 
‘MIN DÊNA XWE DAYÊ HER TIŞT BIHA YE’ 
 
Kudret Demîr da zanîn ku li gorî salên bihûrî tişt bêtir bihane û got: “Ez derketime danûsitandinê lê piştî min bihayê tiştan dît, min biryar da ku ez tiştekî nekirim. Krîze kes nikare tiştekî bikire. Fiyetan serê xwe rakiriye û firiyane. Jixwe kar tune, li gel vê yekê her roj her tişt biha dibin. Divê demildest ji vê yekê re çareserî bê dîtin.”
 
‘FEQÎR NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN’ 
 
Alî Ortakçi jî da zanîn ku ji ber zemkirinê ew nikarin tiştekî bikirin û got: “Her tişt biha bûye. Yên feqîr jixwe nikarin tiştekî bikirin. Ev yek herî zêde li ser feqîran bandora xwe dide nîşandan. Em kirîna qurbanan deynin aliyekî, em pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikarin bikirin.” 
 
'ÎNSAN BI DEYN TIŞTEKÎ DIKIRIN’ 
 
Faîk Elmas jî destnîşan kir ku însan danûsitandina dikin jî bi deyn dikin û got: “Ji ber krîza aborî êdî di berîka însanan de pereyê çayê jî nîne. Em her sibeh bi zemkirinan re hişyar dibin. Dikarin ji vê rewşê re çareserî bibînin, lê xemek wiha ya rayedaran nîne ku çareseriyê bibînin. Ji ber ev xem nîne jî hewldanan jî nakin.” 
 
'ESNAF DERABEYÊN XWE DIGIRIN’ 
 
Veysel Genç ê esnafiyê dike jî anî ziman ku ew ji ber krîza aborî nikare tiştekî bifiroşe û got: “Ez nikarin heqê kirêya xwe derxim. Fêkî û zebzeyên em tînin di destê me de dimînin û em zirarê dikin. Em neçarin bi erzanî bifiroşin. Ji ber kar nabe, li Wanê gellek esnafan dikanên xwe girtin. Çend roj ji cejnê re maye, lê sûk viqûvala ye. Kes nikare tiştekî bikire. Em ji vê rewşê ne kêfxweş in. Heke ev rewş wiha bidome dê her kes derabeyên xwe bigire û biçe li mala xwe rûnê. Li Tirkiyeyê rewşa her kesî bi tengezarî derbas dibe.” 
 
MA / Cemîl Ugur