Li Rihayê kes qurbanan nakire: Sewalkarî qediyaye

img

RIHA – Li Rihayê Bazara Sewalan viqûvala ye. Ne kes qurbanan difiroşe û ne kes diçe dikire. Serokê Bazarê Ramazan Gul got: “Li Tirkiyeyê sewalkarî qediyaye.” 

 
Ji Cejna Qurbanê re çend roj man. Li gel ku cejn nêz dibe jî lê li Rihayê Bazara Sewalan  viqûvala ye. Ne kes qurbanan dibe bazarê û ne kes diçe li qurbanan dipirse. Her wiha êmên sewalan jî biha bûye û ev yek jî bandora xwe li ser xwedîkirina qurbanan dike. Serokê Bazara Sewalan a Rihayê Ramazan Gul diyar got ji ber ku berê bihayê êm erzan bû xelkê dikaribû qurbanan xwedî bike û bikire û ev rewş êdî bi dawî bûye. Gul da zanîn ku li Tirkiyeyê rewşa sewalkariyê nebaşe û got: “Li Tirkiyeyê sewalkarî qediyaye. Niha ji derve goşt tînin. Heta dixwazin bila bînin lê dîsa jî goşt nîne û mal tune ye.” 
 
Gul anî ziman ku ew 20 sal in sewalkariyê dike û ji ber rewşa sewalkariyê nebaşe dest jê berdaye û êdî ew nikare vî karî bike. 
 
Celal Kiliç ê li Bazarê bazirganiyê dike jî da zanîn ku rewşa sewalkariyê her sala ku diçe ji sala mayîn xerabtir dibe û berê sewalan xwedî dikir û niha nikare xwedî bike û ji ber her tişt biha bûye karê wan nabe. 
 
Esnafê bi navê Harun Şahîn jî got ji ber bihabûna êm, ka û ceh bihayê sewalan jî biha bûye û kes nikare sewalan ango qurbanan bikire.